Arşîv

Ragihandina jin, rastiya rola jinê eşkere dike

Dema li Kurdistanê qala jinê tê kirin, yekser şert û mercên şer, şoreş û qirkirina gelê herêmê ku bandorek mezin li jinê kirine, tê bîra mirov.

Di vê dosyayê de em ê ronahî berdin ser ragihandina Kurd û jinê.

DESTPÊKÊN ŞOPANDINA RÊYA LÊGERÎNA HEQÎQETÊ

Jina Kurd di salên 80`î de, bi Tevgera Azadiyê re yekemîn gavên xwe yên di ragihandinê de avêt. Ev gav bi pêşengtiya têkoşer Sakîne Cansiz ku di komkujiya Parîstê de şehîd bû, hatin avêtin.

Têkoşer Gurbettelî Ersoz rêya têkoşer Sakîne şopand. Ev rê ji jina Kurd re veguherî rêgezek ragihandinê. Gelek jin di rêya Gurbettelî Ersoz de bûn minber, mîna Şîlan Aras û Deniz Firat.

Gurbettelî Ersoz di sala 1965`an de hatiye dinê. Ji gundê Balwa yê girêdayî parêzgeha Elezîzê ye. Di zanîngeha Edenê ya Tirkiyê de beşa Kîmya xwend. Piştre di rojnameya Armanc a Tirkiyê de kar kir û hate girtin. 4 sal di girtîgehê de ma û piştre di rojnameya Ozgûr Gûndem de kar kir. Bi yekê bû yekemîn jina ku erka rêveberiya giştî di rojnameyekê de girt. Rûxmî gelek caran hat girtin.

Gurbettelî Ersoz di 7`ê Cotmeha 1997`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd ket. Di konferansa damezrîner a yekemîn ku di 2013’an de hat lidarxistin de, ji bo birêxistinkirina ragihandina jina azad ew roj weke roja rojnamegeriya jina Kurd hat diyarkirin.

Şîlan Aras diçû rojhilatê Kurdistanê da ku hinek doz û çalakiyên girêdayî jina Kurd li Rojhilat û jinên Îranê lêkolîn bike. Lê desthilatdariya Îranê nahêlin û beriya bigihêje Rojhilat ji hêla hêzên Îranê ve tê şehîdkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrişî wargeha Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) û Şengalê kirin. Rojnamevana Kurd Denîz Firat, bûyerên li Mexmûrê dişopand û di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ket.

TEVLIBÛNA JINA KURD DI RAGIHANDINÊ DE

Tevgera Rizgariya Kurdistanê ku bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan destpêkir, di aliyê ragihandina jinê de jî pêşketinek mezin çêkir. Rêber Ocalan bi fikrên xwe yên girêdayî rewşa jinê, karî wêneya ku berê ji jinê re hatibû avakirin, biguhere. Ev guherîn bû lêvegerek bingehîn ji lêkolînên jinê di warên ragihandinê de.

Jin rolek mezin di warê ragihandinê de dilîze. Bi rêjeya ji sedî 60 derbas dike, tev li saziyên ragihandiyê dibe. Tevî wê ajans û kanalên telefizyonê yên taybet bi jinê hene.

Di 22`yê Nîsana 1886`an de yekemîn rojnameya Kurd bi navê Kurdistanê derket. Ew roj weke roja Rojnamegeriya Kurd hat hesibandin.

Li Sûriyê û bi taybet li Rojava, bi kovara Hawar a ku Mîr Celadet Bedirxan di Cotmeha 1931`yan de derxist re destpê dike. Hejmara wê ya yekemîn di 15`ê Gulana 1932`yan de hate weşandin. Lê bandora ragihandinê li Rojava sînordar ma û heta Adara 1998`an, tenê belavokên partiyetî hatin weşandin. Bi derketina Kovara Dengê Kurdistan re dîrokek nû ya rojnamegeriya Kurd destpê kir.

Piştre ji ber siyasetên înkar û qirkirinê tevahiya rojname û kovanên Kurdî hatin girtin. Rojnamegeriya Kurd ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve rastî çewisandinê hat. Ji ber wê rojnamevan neçar man bi awayekî veşartî kar bikin.

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava destpêkir. Şoreşê hişt ku carek din jin rolek çalak û pêşeng bilîze. Dazgehên çapemeniyê yên mîna Ajana Nûçeyan a Hawarê, rojnameya Ronahî, kanala televizyonê ya Ronahî, Kovara Dengê Jiyanê bi Erebî û Kurdî, Asoya Jin, Ajansa Nûçeyan a Jin (Jinnews) a taybet bi jinê, derketin. Li rex wan jî kovarên giştî mîna Dengê Kurdistan û Rojhilata Navîn a Demokratîk hatin derxistin û heta vekirina Radyoyan. Heya bigihêje li ser înternetê malperên taybet ên jinê.

Li Rojava di astek bilind de jin beşdarî saziyên ragihandinê bûn. Diviyabû rêxistinek wan kom bike, bihata avakirin. Ji ber wê di 30’ê Nîsana 2014’an, li Qamişlo kongreyek hat lidarxistin. Zêdetirî 50 rojnamevanên jin beşdar bûn û di kongreyê de RAJIN hat avakirin. Da ku bibe sîwanek ji tevahiya rojnamevanên jin.

Rojnamevan Rûken Cemal dibêje: “Jinê rolek balkêş di Şoreşa Rojava de lîst. Ev şoreş weke şoreşa jinê tê naskirin. Rastiya jinên herêmê bi cîhanê da naskirin. Jin tev li tevahiya warên siyasî, leşkerî û civakî bûn.”

BEŞDARBÛNA PÊNGAVA ‘NA JI BÊDENGIYÊ RE’

Di salên 2015-2016’an de dewleta Tirk a dagirker qirkirên mezin li ser gelê bakurê Kurdistanê pêk anîn. Rojnamvanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dan bûyerên li Nisêbînê li nêzî sînor rû dane, bişopînin û tev li pêngava ‘Na ji bêdengiyê re’ bûn. Da ku bûyerên li bajarê Nisêbînê li nêzî bajarê Qamişlo bişopînin.

LI TEVAHIYA AXA KURDISTANÊ ŞERÊ LI DIJÎ AZADIYA RAGIHANDINÊ (GIRTIN Û KUŞTIN)

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rojnameya Azadiya Welat di sala 1992`yan de li gel derketina rojnameyên Welatê Me, Welat û gelek dazgehên din derket. Desthilatdariya Tirkiyê heta niha gelek ji wan rojname û dazgehan qedexe kirine û gelek caran ajansa jin girtin.

Li gorî nûçegihana Jin News a li bajarê Amed li bakurê Kurdistanê Zênyeb Dorkut saziyên herî zêde rastî êrişan tên, saziyên ragihandina azad in. Ji ber ku li Tirkiyê ragihandina azad hewl dide rastiya zulm û zordestiya li dijî gelan tê meşandin, eşkere bike.

Dewleta Tirk di sala 2016`an de derbeyek leşkerî da çêkirin û bi vê boneye siyaseta çewisandinê da meşandin. Herî zêde Kurdan par ji vê siyasetê girt û di serî de ragihandin hat hedefgirtin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek saziyên ragihandinê yên Kurd û ajans jinê Jinha girtin. Jinha dev ji karê xwe berneda û weşana xwe di bin navê ajansa Şujin de domand. Êdî dewleta Tirk a dagirker xebata jinê kir armanca xwe ya sereke. Ji ber wê gelek rojnamevanên jin di bin navê ajansa Jinnews de dest bi xebatên xwe kirin.

Li gorî lêkolînekê ku rojnameya Dîcle Firat a Bakurê Kurdistanê girêdayî girtina rojnamevanan amede kiriye, di salên dawî de zêdetirî 103 rojnamevan hatin girtin. Di sala 2017`an de Dilbirîn Turgut nûçegihana ajansa jinê hate girtin. Nûçegihana Azadiya Welat Sîbel Mistefaoglu jî ji 2012`an ve girtiye.

Nûçegihana Jin Newsê Zêneb Dorkut dibêje: “Zextek mezin li ser jinê tê meşandin. Tirkiye ji xuyabûna rola jinê û şeweyê ragihandinê ji bazirganiyê ditirse.”

Rewş li Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî hemanî rewşa Tirkiyê ye. Ragihand ji ber binpêkirinên desthilatdaran û ferzkirina dorpêçê li ser mekanîzmeya şopandina ragihandinê û zimanê weşanê, rastî siyaseta çewisandinê tê.

Li gorî serjimariyekê ku sala borî dazgehên ragihandinê derxistine, li Iraq û başûrê Kurdistanê ji sala 2003`yan ve û heta niha 470 rojnamevan hatin kuştin. Heman demê de dezgehên çapemeniyê yên girtêdayî desthilatdaran kuştina rojnamevanan paşguh dikin.

Edîtora beşa Soranî ya ajansa Roj Newsê Şîna Faêq, qala rewşa jin di ragihandina başûrê Kurdistanê de kir û got: “Rojnamevanên jin li başûr hewl didin xwe pêş bixin û rolek baştir di warê ragihandinê de bilîzin. Jin, di warê ragihandinê de ji rêjeya ji sedî 20 kar dikin.”

Şîna destnîşan kir ku ji ber vê rêjeyê, divê jin li Başûr xwe pêş bixe heya bigihêje asta birêvebirina vî warî û rola xwe di diyarkirina siyaseta weşanê de bilîze. Lê ji ber zextên desthilatan, hişmendiya civakê ji jina Başûr tê xwestin xwe bi awayekî bêtir pêş bixe.”

Şîna hejmara kêm a dazgehên çapemeniyên yên jin li başûrê Kurdistanê ku tenê hejmarek kêm ji rojnamevanên jin tê de kar dikin rexne kir. Şîna destnîşan kir ku li gel hebûna rêjeyek mezin a haletên tundiya li dijî jinê, pêwîste dazgehên taybet ên jinê bêne zêdekirin da ku bigihêjin tevahiya jinan.

Li rojhilatê Kurdistanê jî rojnameya Kurdistanê tenê 11 mehan weşan kir. Piştî hilweşandina Komara Mehabadê rejîma Îranê rojnamegeriya Kurd li welêt qedexe kir.

JIN Û RAGIHANDINA ŞER

Ragihandina şer li Bakur û Rojhiltê Sûriyê bi saya têkoşîna rojnamevanên jin ên ku şer li eniyên pêşîn de şopandin, pêş ket. Ji destpêka şoreşa Rojava ve û heta şerên li dijî çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam li Serêkaniyê, Berxwedana Kobanê li dijî DAIŞ`ê, êrişên Tirkiyê yên li ser Efrîn û Şehbayê, êrişên çeteyan ji aliyekê ve û rejîma Sûriyê ji aliyekê din ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê.

Her wiha rojnamevanên jin cih di pêngavên tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî Dêrazorê de girtin. Heman demê de êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di Cotmeha 2019`an de şopandin.

Rojnamevanên jin bi saya fedekariyên rojnamegerên mîna Agirî Yilmaz, Eylûl Nuhilat, Rohînda Efrîn, Arîn Cûdî, Şîlan Botan, Dilovan Amed, nûçegihana ajansa me Dilîşan Îbiş û gelek navên din tevlibûna jinê di ragihandina şer de derket pêş.

Girêdayî mijarê rojnamevana jin a ragihandina şer Rûken Cemal got: “Di pêngavên leşkerî de gelek zehmet bû ku bigihin cihê bûyerê. Lê rojnamevanên jin bi hêz û israrek mezin pêşketinên li eniyên pêş şopandin.

Rûkenê got: “Bi saya mîrasa bi dehan têkoşerên jin ên ragihandinê, bi dehan jin ji tevahiya pêkhateyan tev li warê ragihandinê bûn. Ev pêşketin asta êrişan li dijî rojnamevanên jin zêde kir. Bi dehan rojnamevanên jin ji hêla çeteyan û dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirin. AKP`ê ve hatin hedefgirtin.”

Rûken dîmenên Berxwedana Rûmetê yên ku li Serêkaniyê şopandine bibîr xist û got: “Gelek dîmenên berxwedanê hene ku mirov nikare ji bîr bike, yan jî behsa wê bike, heta nikare binivîse.” Lê dîsa jî Rûken şer û berxwedana şervanan û gel şopand. Bi rêya dîtina wan dîmenan çavên ragihandina cîhanê kişand ser wê berxwedanê.

Rûken destnîşan kir ku di wan şeran de herî zêde rojnamevan dihatin hedefgirtin. Dagirkeran dixwestin şopandina rastiyê rawestînin. Lê vîna rojnamevanên jin ên ku soz dabûn bibin çavê rastiyê xurtir bû.

DENGÊ JINA ÊZIDÎ

Çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de êrişî Şengalê kirin û dîmenên herî reş û tund ên li hember jinê derketin pêş.

Çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî yekser di êrişên xwe de jin û zarok kirin hedef. Li gorî serjimariya rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdetirî 5 hezar jinên Êzidî revandin.

Her wiha pêkhateya Êzidî ji pêkhateyên din zêdetirî rastî paşguhkirina ragihandinê hat. Lê êdî bûne qubleya ragihandina jin a ku armanc dike azarên jinê ji revandin, êrişên cinsî û zilmê bîne ziman.

Di êrişên DAIŞ`ê de yên li ser Şengal û Xane Sorê de gelek rojnamevanên jin ji tevahiya axa Kurdistanê û cîhanê berê xwe dan wir, da ku trajediya piştî vekişîna “Partiya Demokrata Kurdistanê” bişopînin. Hinekan di rêya eşkerekirina azara jina êzidî û civaka êzidî de canê xwe feda kirin. Mînak, Nûjiyan Orhan a ku ji hêla “Partiya Demokrat a Kurdistanê” ve, di êrişên li ser Xane Sorê de şehîd bû. PKD’ê Nûjina di 3`yê Adara 2017`an de şehîd kir.

Azarên jina Êzidî ji tevahiya jinên Êzidî re bûn têvedanek (dehfdanek) ku cîhan bi Êzidiyan, dîroka wan û azarên wan ên di 73 fermanan de nasbikin. Di nav wan jinên Êzidî de nûçegihana Çira TV Orîvan Ebdo ya ji bajarê Efrînê jî heye. Orîvan êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şopand û niha karê xwe li Şehbayê didomîne.

Têkildarî mijarê Orîvan Ebdo dibêje: “Min xwest qirkirina li dijî gelê Êzidî, êş û azarên wan eşkere bikim. Ji ber wê ez tev li ragihandinê bûm. Ez ê hewl bidim ronahî berdim ser azara gelê me, bi taybet jinên ku rastî zulma DAIŞ`ê hatine. Tevî jinên ku li Efrînê rastî zulma dagirkeriya Tirk tên.”

RAGIHANDINA JIN DOZÊN JINÊ ÇAWA DIGRE DEST?

Cudahî di navbera xebatên jinê di rojnamegeriya Kurd û dazgehên din de heye. Rojnamegeriya Kurd jinê wek wesîleyek balkişandê li ser ekranên xwe bikar nayîne. Ji rola wê di afirandina siyastek weşanê ya taybet bi jinê dûr nexist. Ji ber ku zihniyeta zikurî ragihandina kapîtalîzmê ya cîhanî kontrol dike, rastiya jinê sîber dike û girîngî nade dozên wê. Lewra ragihanda jina Kurd ragihandike bedîl ku dikare ronahî berde ser rewşa jinê û pirsgirêkên wê çareser bike.

Endama rêveber a Jin TV Gulîstan Tara got: “Jinûve sazkirina têgehên girêdayî jinê û doza wê, dê bi rêya pêşxistin û rûniştandina ragihandin û rojnamegeriya jina azad pêk were.”

Gulîstan girêdayî siyaseta weşanê ya nûçeyên jinê got: “Tundiya li dijî jinê bi rêya ragihandinê hatiye rewakirin. Jin nikare gotinekê bi navê xwe bike. Laşê wê hatiye talankirin û wek amûrek qezencê bi rêya televizyon, kovar, rojname û wêneyan tê bikaranîn. Vekirina Jin TV li ser bingeha eşkerekirina rastiya jinê û li dijî xîtaba zikurî wek minberek ji bo guhertina wê zihniyetê û derxistina rastiya jinê bi fikr û çanda xwe bû.”

WÊNEYA JINÊ DI RAGIHANDINA CÎHANÊ DE

Doza ragihandina jinê di civakên Ereb û cîhan de, dozek gengeşe ye. Li gel mezinbûna rola neyînî ya dazgehên ragindinê di pêşkêşkirina wêneyek berovajî jinê, rola wê û destkeftiyên wê de di civakê de. Ew dazgeh naverokên bazirganî ku wêneya neyînî ya jinê xurt dike, pêşkêş dikin. Bi dehan lêkolîn di vî warî de hatine kirin. Di wan de hatiye dîtin ku jin di dazgehên ragihandinê de bi taybet televizyon, di çarçoveyên sade de, rolên di rêza duyemîn de û ne pêşeng didin xuyakirin. Mîna ku çawa wek sembola zayendî di reklamên bazirganî de tê bikaranîn. Bi rêya girêdana wêneya wê bi wêneyên kelûpelan û xebatên teswîqkirinê ve. Mîna ku zilam dikare bidest bixe û bike milkê xwe.

Tevî şîrovekirina jin a warên cilûbergan, xweşikbûn, mitbaxê beyî ku girîngî bidin warê çandî. Weke ku amûrek mizaxtkirinê ye.

Ji aliyekî din ve hinek lêkolînan diyar kirin ku bi rêjeya ji sedî 90 ji reklaman, jin ji bo teşwîqkirina kelûpelan tê bikaranîn. Rêjeyek din ji jinan di dazgehên ragihandinê de bi taybet ên Ereb, wêneyek neyînî girêdayî bi rêya bikaranîna bedena xwe beyî ku girîngî bide karînên xwe yên zihnî û rastiya kesayeta xwe pêşkêş dikin. Her wiha wêneyên ji rastiyê dûr û ne mantiqî yên jinê bi rêya berovajîkirina rastiya wê û kêmkirina rola wê di civakê de pêşkêş dikin.

Bi hebûna bi dehan kanalên teleVizyonê, radio û hewldana hinek aliyên vekirina ajans û warên taybet ên jinê re, lê hemû nikarin rola jinê di civakê de xuya bikin û nikarin nêzî doza jinê bibin.

Li gorî endama rêveber a televizyona Jin TV a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Gulîstan Tara, dazgehên çapemeniyê yên cîhanê û Ereban, nikarin nêzî rola jinê bibin. Gulîstan got: “Ew nikarin zimanek taybet ji bo dozên jinê bidin avakirin. Li Tirkiyê hinek mêr dazgehên çapemeniyê yên taybet bi jinê birêve dibin û bi dozên jinê re weke ku kelûpelek mizextkirinê ye didin û distînin.

Bi rastî beyî ku rola jinê û rastiya wê bikolîne nêzî dozên jinê dibin. Ji aliyekî din ve tevahiya wesîleyên qetilkirina jinê serbest dikin. Pêkanîn tundiyê li dijî wê rewa dikin û gelek mijarên ne rast û ne mantiqî diweşînin.”

Back to top button