Arşîv

Endama Koordînasyona Kongreya Star: Rewşa li Îmraliyê hesas e

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim got li gel vê rewşa hesas a li cîhanê, hê jî dewleta Tirk serdanên ji rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re red dike. Rewşen Haçim bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas kir ku bi lez dest tê werdin da ku rewşa girtiyan bizanibin.

\\Pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) li tevahî cîhanê berbelav bû, bi hezaran kes bûn qurbanî û bi wê re jî cîhanê tedbîrên pêşîlêgirtina vê pandemiyê girtin.

Ji dewletên herî zêde zirar ji Koronavîrusê dîtiye, yek jî Tirkiye ye, lê desthilatdarên wê tedbîrên guncaw der barê parastina ji vîrusê de negirtine, bi wê re jî derfeteke mezin li pêş berbelavbûna wê vekir û li ser girtîgehan xetereyeke mezin piştî hin rewşên pêketina vîrusê hatin qeydkirin, çêkir.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Rewşen Haçim der barê mijarê de wiha got: “Ev merhele bi berbelavbûna Koronavîursê li tevahî cîhanê re merheleyeke xeternak û hesas e û dewleta Tirk zirareke zêde ji ber wê dîtiye û heta niha li xwe mikur nayê û tu tedbîran jî der heqê parastin gel û girtiyan de jî nagire.”

Rewşên Haçim destnîşan kir ku jiyana girtiyan di xetereyê de ye û bi sed hezaran girtî di girtîgehên Tirkiyê de ne, her wiha tê zanîn ku girtîgehên Tirkiyê ne paqij in û tedbîrên tenduristiyê lê pir kêm in.

Rewşen Haçim bal kişand ser ku piranî girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de Kurd û siyasetmedar in. Rewşen Haçim bi bîr xist ku beriya hefteyekê dewleta Tirk biryara serbestberdana girtiyan da lê belê ew biryar ji bo girtiyên Kurd derbasdar nebû.

Li aliyekî din jî Rewşen Haçim metirsiyên xwe der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de ku bûye 21 sal girtî ye, anîn ziman û wiha axivî: “Tevî rewşa nazik ku tevahî cîhan tê re derbas dibe, lê dewleta Tirk hê jî parêzer û malbata rêber Abdullah Ocalan qedexe dike serdana wî bikin û rewşa wî ya tenduristiyê bizanin û ev jî cihê fikar û metirsiyê ye.”

Li dawiyê Rewşen Haçim bang li rêxistinên mirovî û hiqûqnas kir ku dest tê werdin û fişarê li Tirkiyê bikin ku bihêle parêzer, bijîşk û malbata Ocalan serdana wî bikin da ku rewşa tenduristiya wî bizanin.

Back to top button