Arşîv

Şehîdên Qereçoxê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û Koordînasyona Kongreya Star şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn. Sala 2017`an di encama topbarana artêşa Tirk de 20 şervên YPG û YPJ’ê û rojnamevan şehîd bûbûn.

Vê sibê hejmareke endamên Kongreya Star û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi quntarên çiyayê Qereçoxê ve çûn û şehîdên komkujiya artêşa Tirk ya di 25’ê Nîsana 2017`an de pêk anî, bi bîr anîn. Tê zanîn ku di encama topbaranê de 20 şervên YPG, YPJ û rojnamevan şehîd bûbûn.

Ji ber xweparastina ji vîrusa korona ya nû, merasîma bîranînê di asta xwendina daxuyaniyê de pêk hat. Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê û Koordînasyona Kongreya Star daxuyanî bi erebî û kurdî xwend. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Semîra Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di şexsê şehîdên Qereçoxê de em hemû şehîdan bi bîr tînin, soza şopandina rêya şehîdan didin. Topbarana li ser Qereçoxê di demeke wisa de pêk hat ku DAIŞ`ê tirs xistibû dilê cîhanê û di Reqa û Tebqayê de dorpêçkirî mabû.

Dewleta Tirk a dagirker hewldana têkbirina gelê Kurd dike, ji ber dagirker pirrengî û demokrasî û jiyana hevbeş red dikin.

Dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê berdewama binpêkirinên artêşa Tirk ên li dijî jin û destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Daxuyaniyê bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşîna li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyan wê, da ku li herêmê aştî û aramî mîsoger bibe. Piştî daxuyanî bi dawî bû, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star da ku serdana gorên şehîdên Qereçoxê bikin, ber bi Goristana Şehîd Xebat a bajarê Dêrikê ve çûn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27