Civak û çand

Hemleya darçandinê li Reqayê bi hevkariya jinan didome

Li Reqayê piştî derfetên kar ji jinan re hatin peydakirin, li bajêr dest bi hemleya çandina daran kirin.

Komîteya Jîngeh û Baxçeyan a Reqayê beriya 2 mehan dest bi çandina daran kiribû û zêdetirî 20 hezar dar hatin çandin.

Hemle bi armanca bedewkirina bajêr hatiye destpêkirin, 25 jinên ji kesaxtina daran fêm dikin, di hemleyê de dixebitin, her wiha li ser beşan hatine belavkirin, beşek li şitilgeha çandiniyê kar dike û beşeke din jî kar û xebata kesaxtina daran dike û daran diçînin.

Di hemleyê de darên wekî serû, sîwan, gul û sefsaf têne çandin.

Dar li Çerxerêya Firûsiyê, Çerxerêya Saetê, Kolana 23`yê Sibatê, başûrê yarîgehê, Çerxerêya Hezîmê, Kolana Dêrê heta bi kolana Emasî û Çerxerêya Neyîm a li hemberî Çerxerêya Dilê hatine çandin.

Karkera bi navê Zehra Ehmed diyar kir ku gelek caran daxwazname ji Meclisa Sivîl a Reqayê re hate pêşkêşkirin lê derfet nedan, paşê dema hemleya çandina daran li bajêr dest pê kir, derfet dan wê jî ku bixebite. Zehra Ehmed got: “Ev du meh e em kar dikin, her meh em pereyekî guncaw distînin û bi hêvî me ez karê xwe berdewam bikin, ji ber ku ez debara mala xwe pê dikim.”

Komîteya Jîngeh û Baxçeyan daxuyand ku hemleya çandina daran dê heta bajar hemû were xemilandin, berdewam bike.

Back to top button