Civak û çand

Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê mask li şêniyan belav kir

Ji ber xwestina zêde ya alavên xweparastinê ji Koronavîrus û di nav de mask bi taybet piştî du rewşên Koronavîrus li bajarê Hesekê derket, jinên ciwan mask li şêniyan bê pere li şêniyên Hesekê belav kir.

JIN 03 Gulan 2020, Yekşem – 11:47 2020-05-03T11:47:00 HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM
Piştî du rewşên Koronavîrs li bajarê Hesekê hatin isbatkirin û hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya çûn û hatinê li ser taxa Umran ferz kir, xwesteka li ser alavên xweparastina ji vîrusê zêde bûn û di nav de mask in.

Ji ber xwesteka zêde û buhayên bilind li bajêr Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi koordînasyona Desteya Ciwan û Werzîşê 850 mask bê pere li şêniyan belav kir.

Ev insiyatîf ji rêzeinsiyatîfên mirovî ku yekîtiya gel li beramberî Koronavîrus, diyar dike.

Di vê der barê de ji rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê Besma Mihemed wiha got: “Projeyeke me biçûk li bajarokê Şeqra yê navçeyê Holê ye û em maskan çêdikin û bi hevkariya Desteya Tenduristiyê me hemû dezenfektekirin.”

Back to top button