Civak û çand

Kongreya Star 3 hezar û 500 mask li şêniyên Kobanê belav kirin

Li herêmên Rêveberiya Xweser di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de, Komîteya Aborî ya Kongreya Star a bajarê Kobanê 3 hezar û 500 mask li şêniyên Kobanê belav kirin.

Tê zanîn ku werşeya Amargî ya dirûtinê ya Kongreya Star maskan didirû û Komîteya aborî ya Kongreya Star mask li kolana pîşeyî(Sîna), Tilel, Berîd û sûka Hal(sebze) belav kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xweparastina ji belavbûna Koroanvîrusê de, weşeya Amargî 11’ê Nîsana derbasbûyî dest bi dirûtina maskan kir û Desteya Tenuristiyê jî mask dîzenfekte kir.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27