Civak û çand

Pêşeroja Zeyneb Celalian nediyar e

Di bin siya krîza koronavirusê ya heyî de, em ji rewşa girtiyên siyasî li Iranê û bi taybet jinan pir bi meraqin in. Di dawiya Adarê de, 200 girtîyên jin ya li girtîgeha Urmiye ji ber xetera tenduristiya zêde, ketin greva birçîbûnê. Di meha Nîsanê de, 36 girtî di protestoyên zindanê de ji bo tedbîrên bêtir ji bo tenduristî ji aliyê hêzên ewlehiyê ya girtîgehê ve hatin kuştin. Wekî din, cezayê mirinê hîna jî li Iranranê pratîkek hevpar e û tenê 13 girtiyan di meha Nîsanê de hatin darve kirin.

Îro çavên me li ser çalakvanê Kurd Zeynab Celalian e. Celalian bi salan ji bo mafên jin tekoşîn kir û ji sala 2008’an ve li Iranranê girtî ye. Ew li Kirmaşan di havîna 2008 de hat girtin û di Çileyê 2009 de ji ber “dijminatiya bi Xwedê” re hate cezakirin. Lêbelê, protesto û nerazîbûna gelemperî pêşî li darvekirina wê girtin.
Di 28’ê Nîsanê ya îsal de, Zeynab Celalian ji zindana Xoy (Choy) hate veguhestin. Piştra, wek wendabûyî agahî ji wê nînbû. Çend roj şûnda agahî hat ku ew ji nişka ve bî çavên girtî û destê girêdayî hatiye veguhestin niha li girtîgeha Qasidê ya Qarchak li Waramin, li başûrê paytexta Iranê ye. Texmîn hene ku dozek nû hemberî Celalian hate vekirin.

Zeynab Celalian bi giranî nexweş e û ji ber virusa Korona di bin xeterîyê de ye, tevî vê dewleta Iranî serdana bijîşkên pispor an dermankirina bijîşkî li derveyî girtîgehê red dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesti International) redkirina tedawiya Celalian wekî pratîkê “wek îşkenceyê” nirxand. Piştî salan êşkence li girtîgehên Iranê û paşerojê pêşî girtina li darvekirinê, pêşeroja Celaliyan hîn ne diyar e. Xeteriya darvekirina bi destê dewleta Iranê hîn jî berdewame.

Tevî krîza koronavirusê ya heyî, ya herî girîng ev e ku em wekî jin daxwaza mafên xwe bikin. Divê em li dijî her cûre zordestiya hemberî jinan dengê xwe bilind bikin.Wekî jin erka me yeku em xwedî jinê derkevin, ji ber ku tenê bi hev re em dikarin azadiya xwe îdîa bikin.

Zeyneb Celalian û hemû girtiyên siyasî divê yekser bên berdan!
Em daxwaz dikin ku hemû hêzên navneteweyî û civakê zextê li dewleta Iranê bikin!
Em daxwaza betalkirina cezayê mirinê û zelaliya doza Zeyneb Celalian dikin!

Back to top button