Civak û çand

TJK-E: Tundiya li dijî jinan îdeolojiya sîstema baviksalar e

TJK-E’yê bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundiya mêran a li dijî jinê ku di dema pandemiya Koronavîrusê de zêde bûye û got “Tundiya li dijî jinan îdeolojiya sîstema baviksalar e.”

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi bîr xist, ku di destpêka meha Gulanê de li Almanyayê hewl hatiye dayîn jineke Kurd bê qetilkirin û destnîşan kir ku tundî ji ku tê bila bê divê bê şermezarkirin. TJK-E’yê diyar kir ku ji tundiya li dijî jinan îdeolojiya sîstema baviksalar e.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di rapora Neteweyên Yekbûyî ya îsal de ya bi navê “Malbata li nava cîhana guhertî” hate destnîşankirin ku ji bo jinan devera herî metirsîdar mal e.

TJK-E’yê her wiha bi bîr xist ku li gorî daneyên tên eşkerekirin, li cîhanê rojane 137 jin, salane jî 50.000 jin bi destê mêrên nêzî xwe tên kuştin û wiha diyar kir: “Lê belê tê zanîn ku hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e. Erka ku bi zîhniyeta serdest a mêr bi jehrê ketiye bi rengekî bênavber li dijî jinê şer dike, êriş dike û komkujiyan dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her roj jin ji aliyê hevser (berê) yan jî partnerên xwe ve tên qetilkirin û hate gotin: “Herî dawî 1’ê Gulana 2020’an li Hambûrgê aktîvîsta polîtîk Meryem Ş. a Kurdistanî bû hedefa hevserê xwe yê jê cihê bûbû. Hevserê wê yê berê destpêkê kêr lê da û piştre jî benzîn lê kir û hewl da li pêş çavên zarokên wê wê bikuje. Jin û zarokek wê li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Em vê hewldana hovane ya komkujiyê şermezar dikin. Her wiha 2’ê Nîsanê li bajarê Kasselê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin. Bêguman Kurdistanîbûna jinên dibin hedefa tundiyê ji bo me sedema bingehîn a têkoşînê ye. Lê belê koçber, Kurd, elewî, êzidî, misilman, Alman an jî nasnameya xwe çi dibe bila bibe jina ku tê qetilkirin an jî dibe hedefa êrişê ji me ye û em hemû jê berpirsyar in.”

TJK-E’yê destnîşan kir ku li dijî vî sûcê birêxistinkirî û rêxistina tundiyê barê dikeve ser milê jinan ew e ku rêxistina xwe xurt bikin û bingeha komkujî û tundiyê ji holê rakin û wiha lê hate zêdekirin: “Her wiha li dijî kesê tundiyê dike, kî dibe bila bibe, divê em bê deng nemînin, li dijî vê yekê xwe bi rêxistin bikin, xweparastinê xurt bikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27