Aborî

Tundiya li dijî jinê li Minbicê hate şermezarkirin

Endamên Meclisa Jinê ya Minbicê ji bo balê bikşîne ser tundiya li dijî jinan, li ber avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek dan. Berdevka Meclisa Jinê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa cîhanê ya zehemt ji ber belavbûna Koronavîrusê û qedexeya derketina derve û hate gotin di demên dawî de tundiya li ser jinan, kuştin, bêmafiya li hemberî jinan tê meşandin zêde bûye.

Meclisa Jinê ya Minbicê di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinan di bin hemû navan de şermezar kirin û gotin: “Kuştin binpêkirineke li djiî jiyana jinê ye. Em dibînin ku jin ji ber zihniyeta zilam a serdest ku hebûna jinê qebûl nake, lê dide an wê dikuje, hertim li mercekî digire û hincetan diafirîne da ku wê bikuje û bike qurbanî.”

Di daxuaniyê de bal hate kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê û hate destnîşankirin ku ji her kesî tê xwestin ku li dijî van sûcan bisekinin û kesên li pey van sûcan sewqî dadgehê bikin da ku li gorî qanûê were darizandin.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Li hemberî her bûyerek bi tund li dijî jinan em dengê xwe bilind dikin. Em sûcê qetilkirina jinan red dikin û diyar dikin ku em ê şerê çanda tundiyê di civakî de bikin. Em naxwazin bibînin ku jin were kuştin û dawî li jiyana xwe bînin, anî jî tundî li ser wê were meşandin. Jin jiyan e, bê jin jiyan nabe. Jin bingeha sereke ya avakirina malbat û civakî ye.”

Meclisa Jinê ya Minbicê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em soz dikin ku em ê li hemberî tundiya li ser jinan tedbîrên pêwîst ji bo parastina jinan bigirin. Em ê bi hemû hêza xwe parastina jinê bikin û xeta wê ya têkoşîna avakirina hevjiyana azad berdewam bikin.

Ji tundiya li ser jinan re na.. Jin jiyan e jiyanê nekujiin.”

Back to top button