Arşîv

Hatina şandeyan ji derve tê wateya girîngî didin hilbijartinan`

Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv diyar kir ku herkes bi berpirsyar nêzî hilbijartinan bûn û hatina şandeyên çavdêr tê wateya ku ew alî girîngî didin projeya fedraliyê.

 

Foza Yûsif di hevdîtina xwe ya li gel ajansa me (ANHA) anî ziman ku gelên Bakurê Sûriyeyê ji giştî cîhanê re isbat kir ku ew amade ye xwe bixwe birêvebibe.

 

Di destpêka gotina Foza Yûsûf de hat gotin ku her kes ji namzetan, berpirsên rêvebirina hilbijartinan û çavdêran bigre her kes berpirsyar nêzî hilbijartinan bûn.

 

Foza Yûsif di berdewamiya gotinên xwe de got:”Gelên Bakurê Sûriyeyê ji giştî cîhanê re isbat kir ku ew dikare xwe bi xwe birêvebibe û projeya fedraliya Bakurê Sûriyeyê biserkeftî jiyanî bike. Hilbijartin bê pirsgirêk derbas bû û erînî derbas bûn”.

 

Şande ji Başûr, Bakur, Rûsya û Amerîka çavdêrî kirin

 

Her wiha têkildarî şandeyên çavdêriyê Foza Yûsif wiha got:” Me ji Başûr û Bakurê Kurdistanê, Rûs û Koalisyonê vexwendî çavdêriya hilbijartinan kir da ku bibînin demokrasiya me ne şeklî ye û rastî ye”.

 

Ji bo hatina şandeyên çavdêr jî Foza Yûsif wiha got:” Hatina şandeyan a Bakurê Sûriyeyê tê wateya aliyên ku ev şande rêkirine girîngî didin hilbijartin û projeya Fedarliya Bakurê Sûriyê. Bi taybet şandeyan hilbijartin erînî nirxandin û gotin hilbijartin bi awayekî demokratîk birêve çûne. Ji derve hatina şandeyan gaveke erînî ye”.

Back to top button