Arşîv

Têkoşîna xelasbûyinê ya ji destên DAÎŞ’ê

Xezalê Ehmed a ku bi hêz û vîna xwe ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bû behsa bandora kevneşopiyên malbata xwe ya di jiyana wê de bûye sedema derbên mezin kir.

 

Çeteyên DAÎŞ’ê ku çûne ku derê li pey xwe talanî û wêranî hiştine, di vê çîroka jina bi navê Xezalê Êhmed de jî hovanî û zilma xwe raxistiye pêş çavan. Kevneşopiyên malbata Xezalê Ehmed ku temenê wê 28 sal e, bûye sedem ku têkeve nava destên çeteyên DAÎŞ’ê.

 

‘Malbata min û hevjînê min zilm li min dikirin’

 

Xezalê Ehmed da zanîn ku bi yekî re zewiciye û ew kes bûye sedema êşên mezin û wiha behsa jiyana xwe kir: “Beriya ku şerê li Sûriyeyê dest pê bike ez bi kesekî re hatim zewicandin. Dema ku rewşa Sûriyeyê ber bi aloziyê ve çû, hevjînê min tevlî hêzên Ehrar El-Şam bû. Lê dema çeteyên DAÎŞ’ê derketin, hevjînê min tevlî wan bû. Malbata min  zilm û zordarî li min dikirin da ku ez jî biçim ba hevjînê xwe. Di kevneşopiyên me de dema ku jin ji hevjînê xwe dûr dikeve di civakê de tê reşkirin û ji bo wê wekî tiştekî şerm tê dîtin. Loma malbata min israr dikir ku ez biçim cem hevjînê xwe yê ku zilm li min dikir. Li gor fikir û ramanên malbata min ‘dewleta islamî jiyaneke xweş ava dikir’. Lê min qet ji van gotinan bawer nedikir. Çimkî kiryarên ku DAÎŞ’ê pêk dianî li ber çavan bû. Birayê hevjînê min li min xist û bi zorê ez û 4 zarokên min şandim Reqayê. Piştî çûna me ya Reqayê bi mehekê hevjînê min hat kuştin.”

 

‘Çeteyên DAÎŞ’ê gelek zilm li jinan dikir’

 

Xezalê destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê gelek zilm li jinan dikir û wiha pê de çû: “Piştî ku hevjînê min hat kuştin çeteyên DAÎŞ’ê zarokên min ji min standin û ez jî xistim zindanê. Bi hezaran jin di zindanê de bûn. Di zindanê de dîsa ez jî wekî hemû jinan rastî lêdan, gef û tehdîdên bi kuştinê dihatim. Di dawiyê de ez mecbûr mam ku bi çeteyekî Almanî yê bi navê Ebû Sifyan re bizewicim. Lê min herî zêde ji bo zarokên xwe têkoşîn dikir.”

 

‘Min biryara tekoşîn û xilaskirinê da’

 

Xezalê bal kişand ser tekoşîna ku wê da meşandin da ku gihaştiye şervanên QSD’ê û wiha dom kir: “2 meh şûnde çete Ebû Sifyan li Reqayê hat kuştin. Min biryar da ku ez xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikim. Dema min navê QSD’ê bihîst, coşeke mezin ket dilê min û min hewl da ku ez xwe bighînim şervanên QSD’ê. Tevlî hemû zor û zehmetiyan ez bi hêza xwe reviyam û gihaştim şervanan. Êdî ez niha jiyanek nû dijîm, daxwaza min jî ew e ku şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û êdî jin nebin qurbanê berjewendî û leyîstokan.”

Back to top button