Arşîv

Sakîne û hevreyên wê hatin bibîranîn

HESEKÊ/AMÛDÊ – Kongreya Star li bajarê Hesekê û Amûdê Sakîne û hevreyê wê bi bîranî.

Hesekê

Kongreya Star merasîma bîranîna Skîne, Fîdan û Leyla li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya taxa Kelasê li dar xist. Endamên sazî, rêxistin û bi dehan ji şêniyan amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hat destpêkirin, paşê sînevîzyonek derbarê kurte jiyana Sakîne hat temaşekirin.

Piştî senevîzyonê, Endama Kongreya Star Leyla Yeşar axivî û ev roja wekî rojeke reş di dîroka dewletên ku navê demokratiyê û mafên mirovan li xwe dikin de,  bi nav kir. Leyla jiyana Sakîne di nava têkoşînê de anî ziman.

Leyla got:”Dewleta Tirk dixwast giyana berxwedana jinê bikuje, lê hêviya xwe neghîşt dawî”.2017-1-8-hsk-c-biranina-sakina-_244562204_-__

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatime Hesen da xuyakirin ku Sakîne, Fîdan û Leyla sembolên jinên şoreşger û insanên azad in.

Endama meclîsa PYD`ê Zeyneb Saroxan jî di merasîmê de axivî û got:”Li Rojava jinê xwe di hemû qadan de isbat kir ev yek jî bi saya têkoşîna Sakîne û hevreyên wê ye”.

Merasîm bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Ocalan û her sê têkoşeran bi dawî bû.

Amûdê

Kongreya Star bi heman armancê li salona navenda Çand û Hunerê ya Horî civînek lidar xist. Di civînê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan ji şêniyên bajar û gundewarên Amûdê tevlî bûn.

Civîn bi rêzgirtinê hat destpêkirin, paşê Endama Rêveber a Kongreya Star Xelat Çiya axivî û kurte jiyana her sê têkoşeran vegot.

Xelat bêdengbûna navetewî derbarê komkujiya Parîsê de şermezar kir.

Civîn bi temaşekirina sînevîzyoneke derbarê kurte jiyana Sakîne, Fîdan û Leyla bi dawî bû.

(kc)

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27