Arşîv

Fatma: Mamosteyên me wekî terorîst nîşan didin

Hevseroka Egîtîm Sen a Şaxa duyem a Amedê Fatma Budak Guler derbarê mamosteyên hatin îxrackirin de got  ku mamosteyên  hatine sirgunkirin wekî terorîst dibînin û di bajarên dinê de jî rastî êrîşa duyem tên.

 

Îktîdara AKP’ê  bi polîtîqayên xwe yên yekperest gelek endamên Egîtîm Sen’ê  îxrac û sirgunê kir. Hevseroka Egîtîm Sen a Şaxa duyem a Amedê Fatma Budak Guler îxrackirin û sirgunkirina endamên Egîtîm Senê nirxand. Fatmayê got ku mamosteyên ku hatine sirgunkirin wekî terorîst dibînin û di bajarên dinê de jî rastî êrîşa duyem tên.

 

Fatmayê anî ziman ku li Tirkiyeyê di nava sendîkayan de li dijî pergala sîstema dewletê Egîtîm Sen bi tenê maye  û yên din bi tevahî li rex sîstemê cihê xwe digirin û wiha got: ” Hikûmeta AKP’ê mafê kedkaran naparêze mafê dewletê diparêze. Lê Egîtîm Sen nêzîkatiya wê ne bi vî hawî ye. Ew  hem mafê zarokan, hem mafê kedkaran û mafê mamosteyan hemûyan diparêze û di jiyanê de, di perwerdehiyê de ya rasteqîn  çi be wêya dişopîne. Mamosteyên me tim di şopa rastiyê de ne, ne şopa hikûmetê û polîtîqayên wê de ne. Ji ber ku endamên me li dijî polîtîqayên sîstêmê yên qrêj e, sîstemê nehişt ew li ser karê xwe bimînin. Mamosteyên me hem hatin îxrackirin û careke din vegerandin ser kar û piştre jî hemû mamosteyên me hatin sirgûnkirin.”

 

‘Mamosteyên me sekneke xurt nîşan dan’

 

Fatmayê di berdewama axaftina xwe de got ku sîstema AKP’ê dixwaze kedkarên muhalîf bitirsînin û xofekê li ser wan çêbike û wiha axaftina xwe dewam kir: ” Mamosteyên me yên ku dest dane hev û tim bi hev re gav davêjin hikûmeta AKP’ê jî dixwaze wê kombûna wan belav bike. Naxwazin ku hemû li gel hev bisekinin û hember wan bisekinin. Loma bi girseyî wan ji kar avêt û dûr xist. Tiştê ku herî zêde bala mirovan dikişîne ew e ku hemû mamosteyên me kurd in û kedkarên kurd in. Nexwestin ew mamoste bigihîjin hev û li hember wan serê xwe bilind bikin. Sîstemê xwest ku di demeke nêz de wan ji kar dûr bixe. Lê mamosteyên me li dijî êrîşên wan sekneke xurt nîşan dan û ji dewletê netirsiyan. Her wiha mamosteyên me di hêla perwerdehiyê de çi rast be ew dişopand. Ji bo ku li ber wan nesekinin mamosteyên me ji kar dûr xistin. Piştre hikûmeta AKP’ê dît ku bi dûrxistina kar negihaşt armanca xwe carake din mamosteyan vegerandin ser karên wan. Hikûmetê dît ku bi vê hawî nabe îcar berê xwe da îxrackirina mamosteyan. Mamosteyên ku hatine îxrackirin di derheqê wan de doz hatiye vekirin û dozê wan jî hîn didomin. Em jî bi hêvî ne ku hemû mamosteyên me careke din vegerin ser karê xwe.”

 

‘Li dijî van zextan serê xwe netewînin’

 

Fatma di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser sirgunkirina mamosteyên  Egîtîm Senê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mamosteyên me yên ku pêşî ji kar hatin avêtin, piştre hatin îxrackirin û herî dawî jî hatin sirgûn kirin, bila bejna xwe netewînin. Mamosteyên ku hatine sirgunkirin ne bi tenê wan ceza dikin her wiha hemû malbatê wan jî ceza dikin. Dixwazin hemû malbatan bela belayî bikin. Ev sirguna ku li dijî mamosteyên me tên kirin êrîşek e. Her wiha dema sirgunê de sirgunî bajarekî din tê kirin li wir jî rastî êrîşa duyem tên. Ji ber ku hikûmeta AKP’ê mamosteyên me di nav çapemeniya xwe de wekî terorîs îlan dike. Lewra jî mamosteyên me di bajarên dinê de wek terorîs tên îlan kirin û rastî êrîşa duyem tên. Lê belê çi dibe bila bibe em ê tu carî li dijî van zextan serê xwe netewînin .”

 

 

Back to top button