Arşîv

Kongreya Star piştgirî da Komeleya Jinan a Rosa

Dewleta Tirk di 22’ê Gulanê de bi operasyonên qirkirina siyasî 18 kes destgîr kiribû ku rêveberên Komeleya Jinan a Rosa jî di nav de hebûn. Ji wan 12 kes jî hatibûn girtin.

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û jinên Kurd.

Di daxuyaniyê de girtina saziya jinan a Rosa hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Bi êrişên xwe yên hovane û bêexlaq dixwazin wan teslîm bigirin. Lê em dibînin ku nikarin vê pêk bînin. Îro yên ku di bin siya wê faşîzma tundraw a Tirk de bê deng namînin û her tim li ber xwe didin, Kurd in. Ew jî dizanin heya Kurdan neşikînin nikarin bi ser bikevin.

Ji desteserkirina şaredariyan bigire, heya girtina siyasetmedaran û zextên kesên ku li Tirkiyê muxalefetê dikin, hemû bi plan û zanebûn tên kirin. Herî dawî pêla girtinê ya li ser saziya Rosa û girtina siyasetmedaran jî bi wê mebestê çêbûye. Saziya Rosa, saziyek e ku li dijî binpêkirina mafên jinan têkoşîn dida û xwedî li jinên rastî tundiya mêran dihatin, derdiket. Cihekî ku jinan xwe dispartê û lê nefes dida û distand. Dîsa ji bo maf û azadiya jinan têkoşîn dikir. Herî dawî jî li dijî zagona rejîma faşîst AKP-MHP’ê ya ku zewaca di temenê biçûk li ser zarokên keç rewa dike, amadekariyên çalakiyan dikir.”

Di berdewama daxuyaniya Kongreya Star de wiha lê hate zêdekirin: “Em dizanin ku têkoşîna jinên Kurd di civak û pergalê de gelek guhertin çêkirin. Rola wan a pêşeng di qada siyaset û civakê de şênber bû û hêviya azadiyê di nava jinan û gelê Kurd de gur dikir. Ji ber wê rejîma faşîst hê ji destpêkê de, jin kirin hedef. Ji kuştinê bigire heya girtin û tecawizê hemû rêbazên teslîmgirtinê wek rêbazeke rewa dîtin û pêk anîn. Lê em dizanin ku nikarin jinên Kurd bi girtin û kuştinê bê deng bikin, bitirsînin û ji doza wan a azadiyê dûr bixin. Dewleta faşîst bi hezaran digire, lê careke din bi hezaran derdikevin pêş.

Wek rexistina jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava Kongreya Star em pêla girtinê ya rejîma faşîst li ser jinên têkoşer ên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya xwe careke din radigihînin.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi pêşengiya jinên Kurd ên têkoşêr bûne xwedî vîn, rêxistin û kesayet û dîsa jinên ku ji têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd bandor girtiye, bila li beramber wan pêkanînên faşîst û mêrsalariyê bê deng nemînin. Xwedî li sazî, nirx û hebûna xwe derkevin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27