Arşîv

Ciwanên Efrîn û Şehbayê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin

ŞEHBA – Ciwanên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek meşaleyî li dar xistin û tecrîd şermezar kirin.

Bi pêşengtiya Ciwanên Efrîn û Şehbayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê meşek meşaleyî hat lidarxistin û tecrîd şermezar kirin. Di meşê de endam, rêveber û ciwanên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekîtiya Ciwanên Şehbayê û pankartên bi nivîsa “Soza ji Rêbertiyê re were dayîn peymana bi şehîdên partî û bi gel re ye”, “Bi xezeba ciwanan em ê faşîzmê têk bibin û pergala îmraliyê bişkînin” û meşale hatibûn hildan.

Meş ji qada navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê dest pê kir û li qada dibistana şehîd Çekdar rawestiya. Paşê bi deqeyek rêzgirtin, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Nasan ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:”Tecrîd ruxmê şewata darisitana Îmraliyê dewam kir, hemû kiryarên ku heta roja îro dewam dike hemû dinya li hember van kiryaran bêdeng in. Dewamiya kiryarên dewleta tirk a dagirker nîşan dide ku wê ev kiryar bidome, lê ev kiryar wê bê tol nemîne. Tu carî dîrok wê dewleta tirk efû neke û bi navê hemû ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em soz didin ku kiryar, destdirêjî û planên dewletên dijmin wê bê tol nemîne û bi destê ciwanan wê dawî li hevpeymanên dijmirovî bê.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27