Arşîv

Rêxistinên jin daxwaza alîkar dayîna û pêşgirtiyê ji bo parastina jinan kirin

Ji destpêka dagirkirina dewleta Turk û çeteyên wê ji herêma Efrîn heya niha bi binpêkirinê ku di bin bendê sucên şer di bin sîwana bêdengiya navnetewî de berdewam dike ,ji bilî berxwedaniya ku miletê Efrîn li himber koçberî û guhertina demografî nîşandide rojane li rastî tundî û binpêkirinê ne mirovahî tên ev jî dihêle ku jin berdêlê herî giran bide di encamê êrîşên hovane yê ku li ser herema Şehba bi daxwaza ku gunda ji gelê herêmê vala bikin jinan direvînin tecawiz dikin keçan bi dare zorê didin zewcandin ji bilî kuştin û işkenca jinan di girtîgehên di hûndirê Efrîn de tên kirin .
Buyerên ku di dema dawî de piştî pevçûnê di navbera komên çete de ku li herêmê derketin, suc û binpêkirinê ku di zindana dihat kirin derketin hole, têde hat diyarkirin ku bi dehan jinê ku hatine revandin ji kurdên resen yê herêmê ne , bi tazî hatine işkencekirin û cinsî hatine bikaranîn bi rengekî durî pîvanê mirovahiyê .
Lê li himber hemû kiryarên ku li ser jin tê meşandin jib o ku îrada jina zane û birêxistinkirî bişkîne israra wê li ser tekoşîn û berxwedanê jib o avakirina civakek demoqrat û azad hişt ku bibe mînak ji tevahî cîhanê re .
Em weke jinên Surî banga me jib o civaka navnetewî û hemû rêxistinê mafê mirova û tevgerên jin ku ji bêdengiyê derkevin û rola xwe di dawîkirina dagirkeriya dewleta Turk bilîze û komîta berhevkirina rastiyan ya girêdayî netewên yekbûyî û rêxistinê hiqûqî avabikin jib o hisab ji sucdara were xwestin ji ber ev sucên şerin û alîkariya pêwîst jib o parastina jinê bide û piştgirtiya berxwedana wê bike .
.
Kongra star Rojava
meclisa jinên Surî
Meclisa jin li bakur û rojhilatê Surî
Meclisa jin partiya yekîtiya demoqratîk
Qordînasîona jin di rêveberiya xweser li herêma cezîrê
Yekîtiya jinên Suryanî
Mekteba jin di MSD
Mektema jin di desteya welatparêziya Erebî
Mekteba jin di partiya Suriya pêşeroj
Rêxistina sara li dijî tundiya ser jin

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27