Arşîv

Rêxistinên jinan: Bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinênTirkiyê bi xwe sûcek e

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dîroka dagirkirinê ve di 18`ê Adara 2018`an de binpêkirinên xwe li dijî sivîlan li kantona Efrînê bi taybet li dijî jinan didomînin. Dagirkeran asta binpêkirinên xwe li herêmên dagirkirî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zêde kirin. ji xwe ev binpêkirin mîna yên DAIŞ`ê ne. Hinekji wan binpêkirinan ji raya giştî ya cîhanê re hate eşkerekirin. Lê beşek mezin jê yên dermirovî hîna bi awayekî veşartî di nav girtîgehên çeteyan de li dijî jinan têne kirin.

Di vê dawiyê de çekdarên Xûta û çeteyên koma Hemzat li Efrînê bi hev ketin. Di encamê de bûyerên di girtîgehên dagirkerkeriya Tirk de rû didin hatin eşkerekirin. Bi dehan jinên ku piraniya wan ji Efrînê ne, di wan girtîgehan de girtî bûn. Çeteyên dagirketa Tirk binpêkirinê li dijî mafên mirovan li dijî wan jinan pêk anîbûn. Wan ji aliyên derûnî û bedenî ve îşkence kiribûn.

Di vî warî de endamên rêxistinên jinan nerazîbûnên xwe ji van sûcan anîn ziman.

BINPÊKIRINÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ JINAN JI ROJA DAGIRKIRINÊ YA DESTPÊKÊ VE BERDEWAM IN

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirên wê şermezar kirin û got: “Artêş Tirk a dagirker ji roja destpêkê dema Efrîn dagir kiriye, binpêkirinên xwe li dijî sivîlan bi taybet jinan û zarokan didomîne. Ev binpêkirin li dijî rêgezên mirovî û qanûnên navdewletî ne.”

Evîn destnîşan kir ku Efrîn bi komployek navdewletî piştî berxwedana 58 rojan ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û wiha pê de çû: “Ji wê demê ve û heta îro, malperên tevna civakî û çavkaniyên taybet sûcên li dijî jinan têne kirin eşkere dikin. Çawa jin li ber çav û guhên cîhanê têne revandin û li dijî wan tundî û êrişên cinsî têne kirin, çawa bi cenazeyên wan têne lîstin û bi tewanên nerast têne girtin. Ev hemû di nakokiya di navbera çeteyan de li Efrînê beriya du rojan bi awayekî zelal diyar bû.”

EV BINPÊKIRIN ŞIKANDINA VÎNA JINÊ Û MEŞANDINA SIYASETA ASÎMLEKIRINÊ ARMANC DIKIN

Evîn di nav gotinên xwe de zelal kir ku arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji binpêkirin û tundiya dimeşînin, armanc dikin demografiya herêmê biguherînin û siyaseta asîmlekirinê pêk bînin. Tevî wê jî dixwazin vîna jina azad bişkînin û hebûna wê tune bikin. ji ber ku jinê li hember tevahiya çeteyan liber xwe dan û têkoşiyan. Niha jî li herêmên Şehba ji bo vegera Efrînê liber xwe dide.

Evîn destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeran ên li dijî jinan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî li gorî planekê ku Tirkiyê daniye têne kirin bi taybet li Efrînê.

Her wiha Evîn îşaretpê kir ku wan gelek sûcên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê belge kirine. Li Serêkaniyê û Girê Spî çeteyan bikaranîna telefonên berîkan qedexe kirin, da ku kiryarên wan neyên belgekirin û ji raya giştî re neyên eşkerekirin.

BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ TÊ WATEYA KU BI DAGIRKIRINA RE LIHEV KIRIYE

Têkildarî bêdengiya navdewletî li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Evîn got: “Ev bêdengî îsbata dike ku civaka navdewletî ji destpêkê ve bi Tirkiyê re hevkar û şirîkê wê ye.”

BINPÊKIRINÊN KU LI DIJÎ JINAN LI EFRÎNÊ TÊ DI ENIYÊ MIROVAHIYÊ DE LEKEYEK ŞERMÊ YE

Di vî warî de Koordînatora Giştî ya Meclisa Jin a Sûriyê Lîna Berakat got: “Me hemû ew dîmena bi hov a jinên di girtîgehên çeteyên dagirkera Tirk de girtî û ew tazî dît. Ev dîmen di eniyê mirovahiyê de lekeyek şermê ye.”

Lîna bêdengiya navdewletî li hember wan dîmenên hov şermezar kir.

Lîna rave kir ku ji bêdengiya navdewletî matmayî maye. Çawa tu alî yan jî rêxistinekê li hember binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên ku jinan bi zanabûn dikin hedef da ku vîna wê bişkînin û bi awayekî hov bikar bînin, tu tedbîr negirtiye.!

Girêdayî heman mijarê rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan û tê de banga hesabxwestinê ji sûcdarên van binpêkirinan kirin. her wiha komîteyek navdewletî were avakirin, da ku rastiyan lêkolîn bike û binpêkirinan belge bike. Lîna got: “Me bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku piştgiriya jinan li Sûriyê bikin, ên ku di dirêjahiya 10 salan de temenên buha dane. Ewlehî wenda kir, rastî koçberkirina bi zorê hat, ji aliyê cinsî ve hate bikaranîn û bi zorê hate zewicandin.”

Têkildarî helwesta rêxistinên jinan ên navdewletî Lîna got heta niha ew rêxistin bûyerên li Efrînê rû dane, şermezar nekirin. Lîna bang li tevahiya jinan kir ku hev du bigirin û carek din doza jinê di ber çavan re derbas bikin û li kêlek hev du bisekinin.

Back to top button