Arşîv

‘Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê binpêkirina Statuya Romayê ye’

Îro bi dehan endamên Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê, Meclisa Edaleta Civakî ya Cizîrê, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Parêzeran a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn/Sûriyê li Qamişloyê kom bûn.

Di kombûnê de endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Eynor Başa bi nave rêxistinên sivîl ên ku beşdar bûne, daxuyanî xwend û radestî buroya nûnerê samî yê li bajarê Qamişlo kirk u ew jî radestî sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres, endamên Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê, serokê Komîteya Lêpirsîna Taybet a Sûriyê Paolo Pinero û gerînendetiya Rêveber a Desteya NY’yê Fumzili Malampo Nguca, bike.

‘TIRKIYÊ BI RÊYA ÇETEYÊN XWE KIRYARÊN KUŞTIN, REVANDIN Û TECAWIZKIRINÊ PÊK ANÎN’

Eynor Başa bi rêya daxuyaniyê wiha got: “Çavknaiyekî aşkera kir jinên ku ji aliyê Firqet Hemzat ve hatin revandin li pêş çavên dewleta Tirk a dagirker pêk hat, her wiha dewleta Tirk ji merheleya pêkanîna sûcên navneteweyî ber bi merheleya pêkanîna sûcan bi rêya piştdayîna çeteyên xwe ve çû. Ji ber çete bi rêya wê bi awayekî baş hatine perwerdekirin ku kuştin, revandin, tecawîzkirin, dizîn, talankirin û dizîna organên mirovan, şewitandina daran û wêrankirina her tiştî, koçberkirina şêniyên resen, pêk bînin da ku bibin alîgirê dagirkeriyê yê ku çavkaniya her sûcên navneteweyî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine û pêk tên.”

Eynor Başa wiha destnîşan kir: “Ji ber dewleta Tirk û komên çekdar ên bi piştevaniya wê berpirsê her sûcekî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, her wiha ji be rev sûcên wan li gorî madeyên /5, 6, 7 û 8/ ên Statuya Romayê ya bingehîn a dadgeha cinayetên navneteweyî ya 1998’an e ku sûcên navneteweyî ye û bendên wê di madeya 9’an de têrê dikin ku bibin delîl û îspat, divê serdozgeriyê giştî yê navneteweyî li gorî madeya 15’an a Statuya Romayê ya bingehîn tev bigere.”

Eynor Başa bi rêya daxuyaniyê da zanîn ku divê Desteya NY’yê ya bi nûnertiya sekretera giştî û serdozgeriya giştî ya navneteweyî ya dozgeriya navneteweyî û rêxistina efûya navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan ên der barê rewşên cîhanê rola xwe ya dîrokî bilîzin û li gorî her du madeyên 2 , 4 ji mîsaqa NY’yê û her du madeyên 1 û 89 ji protokola 1997’an a temamiya peymanên Cinêva 4’an a 1949’an û madeya 147 ji peymana Cinêvî ya 4’an a 1949’an tev bigerin, da ku;

– Bi lez tev bigerin, bêyî baweriya mirovahiyê bi saziyên navneteweyî û rewabûna wê qut nebe.

– Lêpirsîna dewleta Tirk li ser sûcên kirine ku ji hêla rêxistinên hiqûqî yên herêmê û navneteweyî ve hatin belgekirin, dagirkerî û destwerdana wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin.

– Komîteyeke lêpirsîna sûcên li dijî şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hatine, ava bikin.

– Xebata derxistina komên çekdar û malbatên wan ji Efrînê bikin.

– Xistina Efrînê di bin parastina navneteweyî û hêsankirina vegera şêniyên wê bi garantiyên navneteweyî.

– Bi lez li hember planên dewleta Tirk ên gefan li ewlehî û aramiya navneteweyî dixwe, bi taybet şandina terorîstan li tevahî cîhanê, bisekinin.”

Back to top button