Arşîv

Sûcên li dijî jinên Efrînê li Helebê hatin şermezarkirin

Bertekên li hemberî sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinên Efrînê didomîn.

Li Helebê bi pêşengtiya Kongreya Star meşeke girseyî hate lidarxistin. Meş bi dirûşmeya “Em ê asta têkoşîna xwe li dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî vîna jina azad mezin bikin” hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye beşdarî meşê bûn.

Meş ji beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Di meşê de sloganên ku binpêkirinên dagirkera Tirk şermezar dikin, berxwedana jinê silav dikin hatin berzkirin. Her wiha wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Şênî di nav kolanên taxê de heta çarxerêya şehîd Gulê Selmo meşiyan. Meş li ber çarxerêyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Raperîn Heleb axivî û binpêkirinên dagirkeran li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin.

Raperîn destnîşan kir ku divê gel ji bo azadiya xwe bê deng nemîne û piştgiriya hev du bike. şêniyên Efrînê ne bi tenê ne û Erdogan dê berdêla kiryarên xwe duqat bide.

Raperîn destnîşan kir ku dagirker ji vîna jina azad ditirsin. Cîhan hemû ketiye ferqê ku şoreşa bakurê Sûriyê bi pêşengiya jinê biser ket.

Di mitîngê de endama Kongreya Star Senaa Mihemed Elî axivî û diyar kir ku şêniyên Efrînê rojane rastî hovantirîn binpêkirinan tên. Jin jî berdêla herî mezin dide. Bûyerên di vê dawiyê de li Efrînê çêbûne, rastiya sûcên di girtîgehan de rû didin eşkere kirin.

Senaa bang li civaka navdewletî û tevahiya rêxistinên jinan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin da ku dagirkirina Tirkiyê ji Sûriyê bidawî bikin û komîteyekê girêdayî NY`yê ava bikin ji bo ku sûcdarên wan sûcan muhesebe bikin.

Mitîng bi berzkirina sloganên silavkirina têkoşîna jinê û şermezarkirina dagirkera Tirk bi dawî bû.

Back to top button