Arşîv

​​​​​​​‘Sûcên li dijî jinên Efrînê berdewama sûcên DAIŞ‘ê yên li Şengalê ne‘

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvî Silêman di derbarê sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li ser jinan didin meşandin ji ANHA’yê re axivî.

Hêvî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Efrîn beşek ji tecrubeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e û di her qadî de cihê xwe girt. Ji ber vê yekê çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl didin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin. Bûyera dawî ya ku li dijî jinên Efrînê pêk hatî, ne tenê jinên Efrînê dike hedef. Di heman demê de tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê dike hedef.”

‘TIRKIYE JI JINA BIRÊXISTINKIRÎ DITIRSE, JI BER VÊ JINÊN EFRÎNÊ DIKE HEDEF‘

Hêvî diyar kir ku jinên li hermên dagirkirî bi awayekî plankirî têne hedefgirtin û got: “Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagirkirine bi zanebûn vîna jinê dikin hedef. Lê nizanin ku hêza jinên me li hemberî her siyaseteke ku îradeya wan dike hedef, xurtir dibe.”

Hêvî, bal kişand ser helwestên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk û wiha anî ziman: “Em dibînin ku jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van siyasetan bêdeng namînin, ji bo azadî û mafên xwe serî hil didin û dadikevin qadan.”

‘KIRYARÊ DÎLGIRTINA JINAN BI DAGIRKERIYÊ RE DÛBARE DIBE‘

Hêvî Silêman sûcên çeteyên DAIŞ‘yê yên li dijî jinên Şengalê bi bîr xist û wiha domand: “Kiryarên sûcên li dijî jinên di girtîgehên çeteyên El-Hemzat de rastiya dewleta Tirk a dagirker derdixe holê. Ev kiryar berdewama senaryoya çeteyên DAIŞ‘ê yên li dijî jinên Êzidî yên Şengalê ye. Ji vê yekê diyar dibe ku DAIŞ’ê hişmendiya xwe ji dewleta Tirk a dagirker girtiye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker DAIŞ ava kiriye.”

Hêvî Silêman bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî şermezar kir û wiha bang kir: “Divê hemû jinên cîhanê li hemberî kiryarên ku îradeya jinê dikin hedef serî hildin û têkoşînê mezin bikin. Divê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan.”

Back to top button