Arşîv

​​​​​​​Jinên Efrînî banga hesabxwestinê ji sûcdaran kirin

Di 28`ê Gulanê de piştî ku komên çeteyan li Efrînê bi hev ketin, jinên revandî di girtîgehên koma El-Hemzat de yên girêdayî dagirkera Tirk hatin dîtin, hate diyarkirin ku li dijî jinan tundî û îşkence hate meşandin.

Jinên Efrînî yên li kantona Şehbayê dimînin têkildarî sûcên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kirin ku bi lez mudexele bikin hesab ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwazin.

Cinêvan Ehmed destnîşan kir ku li dijî şêniyên Efrînê yên ji bajêr derneketine, her cure cureyên çewisandin û zulmê tên kirin.

Cinêvan wiha domand: “Ji ber sûcên li dijî jinên li kantona Efrînê tên kir em pir diêşin. Bi taybet piştî diyar bû ku jinên revandî di girtîgehên çeteyan de hene.”

Cinêvan bi bîr xist ku kantona Efrînê ji herêmên Sûriyê ya herî ewle bû û wiha pê de çû: “Me hembêza xwe ji tevahiya jinên Sûriyê re vekir. Lê artêşa Tirk a dagirker vê yekê qebûl nake û tundiyê li dijî tevahiya jinan pêk tîne.”

Cinêvan destnîşan kir ku jin li kantona Şehbayê dê heta nefesa dawî li ber xwe bidin û dê li rex jinan li Efrînê bisekinin.

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Zeyneb Mistefa got: “Em jinên Efrînê tundiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan li Efrînê pêk tîne red dikin. Em van binpêkirinan li dijî wan şermezar dikin.”

Şêniya bi navê Nadya Elî bêdengiya civaka navdewletî li hember kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan di girtîgehan de ji qetilkirin, îşkencekirin û êrişa cinsî bi taybet di girtîgehên koma El-Hemzat de, şermezar kir. Her wiha banga hesabxwestinê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.

Back to top button