Lêkolîn

Çalakvanên jin: Hikumeta Tirkiyê hişmendiya DAIŞ’ê dimeşîne

Li gorî rapor û lêkolînan, diyardeya tundiya li dijî jinan li tevahiya welatên cîhanê di nav de yên ku banga demokrasiyê dikin ranewestiye. Li gorî axaftinên çalakvanên tevgerên jinan ên li Ewropa û Tirkiyê, hişmendiya hemû desthilatan li hemberî jinê heman e. Lê hişmenidya herî zêde dijminahiya jinê dike ya dewleta Tirk e. Hişmendiya dewleta Tirk weke ya DAIŞ’ê ye.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kuştin, revandin, destavêtin û girtin, zêde bûne. Ruxmî belgekirina wan binpêkirinan bi delîlan lê raya giştî bêdeng e. Di vî warî de çalakvana Tevgera Jina Kurd li Ewropa Besîma Konca û berdevka Meclisa Ronahî ya Hanoverê Alya Akincî ji ANHA`yê re axivîn.

HIŞMENDIYA AKP`Ê LI HEMBERÎ JINÊ, HIŞMENDIYA DAIŞ`Ê YE

Besîma Konca got: “Hikumeta Tirkiyê bi rêya desthilatdariya xwe ya faşîst, di teror û siyasetên xwe yên li dijî gelên demokrasîxwaz, bi taybet li hember jinê hişmendiya DAIŞ’ê derbas kiriye.”

Besîme destnîşan kir ku di tevahiya şerên ku rû dane de, ya herî zêde rastî êrişan tê jin in û got: “Di êrişa li dijî Şengalê de ev tişt diyar bû. Îro jî bûyerên li Efrînê li dijî jinan rû didin vê yekê destnîşan dikin.”

Besîme îşaretpê kir ku binpêkirinên li dijî jinê têne kirin, asta hişmendiya desthilatdarî û faşîzmê derbas dike û digihêje asta dijminatiya jinê û got: “Di gelek dewletên Ereb, Islam û Ewropayê de roj bi roj diyardeya tundiya li dijî jinê zêde dibe.”

Besîma siyasetên AKP`ê yên li dijî jinan li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rexne kir û wiha domand: “Partiya desthilatdar qebûl nake jin tev li tevahiya warên jiyanê bibe. Jê dixwaze ku di nav çar dîwaran de bimîne. Lewra hertim şerê çalakiyên wê dike.”

Besîma got: “Ev binpêkirin ji ber nermiya hikumetan bi sûcdaran re hema bêje wê bibe diyardeyek. Ji ber ku heta li ser astên hiqûqî û qanûnê paşguhkirinek di cezakirina sûcdaran û pêkanîna qanûnê de heye. Jin di mal de jî rastî tundiyê tê û têne kuştin. Lê partiya desthilatdar bi rêya derxistina qanûnên efûkirinê, alîkariya sûcdaran dike. Ji ber wê reftariyên xwe yên ne baş li dijî jinê zêde dikin. Hikumeta Tirkiyê niha dixwaze qanûnek din erê bike, li gorî vê qanûnê kesê êrişî cinsî li hember jinê kiriye, dê jin bi wî re bê zewicandin.”

Besîme diyar kir ku partiya desthilatdar ji rizgariya jinê ditirse û wiha pê de çû: “Hişmendiya desthilatdariya Tirkiyê mîna rêxistinên radîkal û tundrew e. Bi taybet nêzî hişmendiya DAIŞ’ê ye.”

Besîma di berdewama hevdîtinê de behsa bûyerên ku li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin kir û got: “Binpêkirinên li dijî jinan li herêmên dagirkirî tê wateya êrişkirina li dijî çanda berxwedana jinê û pêşengiya wê ji civaka nû di şoreşê de. Mînakên bi hezaran jinên berxwedêr li herêmê hene mîna hedefgirtina Hevrîn Xelef û dayîka Aqîde. Ew bûyer ji yên ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rû didin ne cuda ne, ji ber ku yê pêk tîne heman hişmendiye.”

Têkildarî tevgerên jinan Besîme got: “Ji du salan ve tevger û rêxistinên jinan li bakurê Kurdistanê û Ewropayê hemleyên têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan dane destpêkirin. Di par de, li Ewropayê hemleyek bi dirûşmeya `Dibe ku tu bî` hate destpêkirin. Ji bo têkoşîna li dijî qanûnên ku mafên jinan binpê dikin, gelek çalakî li bakurê Kurdistanê hatin organîzekirin.”

Di dawiyê de çalakvana Tevgera Jina Kurd li Ewropa destnîşan kir ku ew ê asta organîzekirina çalakiyan û hemleyên li dijî tundiyê û parastina wê bi dirûşmeya `Têkoşîna min ji bo azadî û guhertinê ye` mezin bikin. Dê girîngî bidin lidarxistina çalakiyan ji bo rizgarkirina bi hezaran girtiyên jin ji girtîgehên Tirkiyê û jinên revandî li herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

‘YEKÎTIYA KURD JI BO RAWESTANDINA BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN Û GELÊ KURD ÇARESERIYA TEKANE YE’

Girêdayî heman mijarê berdevka Meclisa Ronahî ya bajarê Hanoverê Alya Akincî got: “Hikumeta Tirkiyê ya faşîst li dijî herêmên bakurê Kurdistanê tevahiya rêbazên kirêt bi kar anîn. Gundên Kurdan şewitandin. Siyasetmedarên Kurd qetil kirin. Ji wê zêdetir êrişî goristanên şehîdan kirin û wêran kirin. Lê di bingehê de ev hikumet, çalakî û rola jinê dike hedef.”

Alya wiha domand: “Hikumeta Tirkiyê ji çend rojan ve, navendên Meclisa Roza û Tevgera Jina Azad li bajarên bakurê Kurdistanê qedexe kirin û girtin. Her wiha gelek çalakvanên jin jî girtin. Li Rojava bi taybet Efrînê hikumeta Tirkiyê sûcên der exlaqî li dijî jinan pêk tîne. Mîna DAIŞ`ê ku jinên Şengalê difirotin. Ev senaryo li Efrînê dubare dibe. Em qebûl nakin jin werin frotin, kuştin, rastî êrişên cinsî bên û bi temenên biçûkê de werin zewicandin. Ev kiryar li dijî tevahiya pîvan û qanûnên navdewletî ne.” Alya banga mezinkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker, kir.

Alya Akincî bêdengiya dewletên cîhanê yên li hember sûcên Tirkiyê li Efrînê û herêmên dagirkirî şermezar kirin.

Alya di dawiyê de banga yekîtiyê li Kurdan kir û got: “Da ku li hember hemleyên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd li her derê tê bikoşin. Mîna ku ciwanê 20 salî Bariş Çakan re çêbûye, ji ber ku guhdarî muzîka Kurdî kiriye. Ev kiryar hovîtiya hikumeta Tirkiyê ya ku êdî tehemul nake tiştek girêdayî Kurdan bibihîze, îsbat dike.”

Back to top button