Aborî

Koopratîfa çandiniyê ya Aboriya Jinê berhema xwe ya genim rakir

Koopratîfa Alîkariyê ya Çandiniyê ya girêdayî Aboriya Jinê ya navçeya Amûdê bi armanca xurtkirina aboriyê û avakirina aboriyê li gorî pîvanên koopratîfên alîkariyê dest bi çinîna berhemên genim kir.

Rûbera çandî ya li gundê Kurdo yê rojavayê bajarokê Topize yê rojavayê bajarê Qamişlo 263 donime.

Di kopratîfê de 10 jin hene. Her jinekê 50 hezar lîreyên Sûrî daye.

Ji rêveberên Aboriya Jinê li navçeya Amûdê Sûad Nasan di vê der barê de wiha axivî: “Jinên herêma Cizîrê bi awayekî zêde berê xwe didan koopratîfên alîkariyê. Koopratîf bi hejmareke biçûk dest pê dike û piştî bi ser dikeve gelek jin berê xwe didin wê.”

Sûad destnîşan kir ku berhemên îsal li gorî par baştir in.

Back to top button