Gotar û hevpeyvîn

Kongreya Star: Girtina Leyla Guven hedefgirtina têkoşîna jinên Kurd e

Endamên Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê girtina parlamenter Leyla Guven şermezar kir. Endama rêveber a Kongreya Star Xunav Elî wiha got: “Em ji bîr nakin ku Leyla Guven ji bo rêber Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê û dewleta Tirk bi rêya girtina wê jinan hedef digire.”

Xunav Elî bang li hemû jinên têkoşer kir ku ta azadkirin Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Endama Kongreya Star Rojîn Mustefa jî got Leyla Guven berxwedêr û têkoşera azadkirina rêber Ocalan ji destê dewleta Tirkiyê ye û hedefa dewleta Tirk a sereke, şikandina vîna jinan e. Rojîn Mustefa da zanîn ku dê çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û hemû siyasetmedaran dê li dar bixin.

Back to top button