Arşîv

Yekitiya Jinên Ciwan li dijî sûcên dagirkeriyê banga serhildanê kir

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrînê îro bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li dijî jinên Efrînê pêk tînin, şermezar kirin. Daxuyanî li Kampa Serdem a kantona Şehbayê hat dayîn. Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevseroka Yekitiya Werzîşê Evîn Bîlal daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Hedefgirtina Efrînê hedefgirtina jin û çanda xwedawenda dayikê ye. Ji ber ew jî yek ji pêngavên xwedî dîrokeke girîng di berxwedana jinan a azadiyê de ye, bi hezeran jinên pêşengî di hemû aliyên jiyanê de kir. Ji ber wê jî çeteyên dewleta Tirk êrişî Efrînê kir da ku nasnameya jinan binpê bikin û mînaka demokratîk têk bibin.

Dema jinan xetereya li ser xwe nas kir, berxwedan ji xwe re hilbijart û Efrîn bû keleha berxwedanê. Bi sedan jin bûn pêşeng da ku gel û jin li hemû herêman, bi taybet li Şehbayê, hev temam bikin.

Vê yekê israr û berxwedana me roj bi roj li hundir û derveyî Efrînê zêde kir. Jin rojane têne revandin, kuştin û tecawizkirin. Ev yek tirsa dijmin a ji hêza jinan nîşan dide û binketina komikan û fikrên wan ên tarî ku nûnertiya çeteyan dikin, ji aliyê hikumeta AKP`ê ve tên destekkirin.

Bi sedan dosyayên girêdayî sûcên dewleta Tirk ji aliyên mafnas û mirovî re hatin şandin. Wan tu helwest diyar nekir. Tecawizkirin û kuştina jina ciwan a bi navê Melek Nebîh Xelîl rastî pêleke hêrsa gel hat. Heta van kêliyan çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Ji ber wê jî em sûcên dermirovî şermezar dikin. Sûcên wan îradeya me dikin hedef. Em soz didin em ê tola wan rakin. Em bang li hemû rêxistinên mafnas, yên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku ji bo ku sînor ji teror û hovîtiya çeteyên hikûmeta Erdogan re deynin, serî hildin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina sûcên li dijî wan, bi dawî bû.

Back to top button