Civak û çand

Êşên welatê xwe xêz dikim

ciwana bi navê Diyana zekî Başawat di temena xwe ya 17 da ye ji bajarê amûdê ye karê berhema xêzkirina mikyaca sînemayê dikeb û destpêkirina wê ji mikyaca sînema re beriya sal û nîvekê bû , karê xwe yê yekemîn birînek biçûk li ser destê xwe çêkir, piştre hîn zêdetir li ser mikyac kar dikir .
diyana axivî û got Makyaca filmên sînema li welatê min kêm e û ya herî zêde bala min dikşand di civaka me de şideta li ser jinê bû lewra min dest bi vî karî kir ji bo şideta ku li ser jinê çêdibe ez bi mikyacê li ser rûyê xwe çêbikim û wêneyan belav bikim ji bo her kes tundiya li ser jinê bibîne û ne tenê min li ser şidetê û tundiyê mikyac çêkir min li ser hêviyê di rûyê jinê de jî çêkir bi rengê ku jin birîndar dikeve û şûna birîna wê gul derdikevin û min li ser jin û zarokên Efrînê jî mikyac çêkir û me belav kir jib o her kes êşên jin û zarokê welatê min bibîne ema derveyî wê di despêka karê min de qebûlkirina civakê gelekî ji karê min re tine bû tenê birayên min pişgirtî didan min heya Dayik û bavê min bi gotina civakê gelek bandor dibûn ema bi demê re ji karê min hezkirin û qebûlkirina her kesî ji karê minre çêbû , hinek zehmetî ez di karê xwe de dibînim ji ber ku mikyaca sînema li sûrî nîne ema ez bi destê xwe tiştan diafirînim û mikyacê pê çêdikim û daxwaza mine ku ez di warê sînemayê de kar bikim û di dawî de banga min ji her jinekê re ku daxwaza xwe pêk bînin û nekevin bin bandoriya kevneşopiyên civakê de.
Navenda têkiliyên diplomasî ya kongra star

Back to top button