Civak û çand

Nojenkirina karê desta

Gulîzar ismeîl Mihemed jinek ji navçeya Amûdê ye xwediyê du zarokane û zilamê wê çûye ser dilovaniya xwe , Gulîzar jineke ku bi karê destan mijûl dibe cil û bergên kurdî bi rês û sîxan çêdike ji bo zarokên xwe di kêfxweşiyê de xwedî bike.
Gulîzar daxwiyand û got: ji zûde min dest bi vî karî kiriye ev kar min ji dayîka hevjînê xwe girt û bi demê re hezkirina min ji vî karî re zêde bû, cara yekemîn min karê xwe pêşkêş kir li pêşengehên filklorî bi riya Çand û Huner bû li sê bajaran pêşkêş kirin Amûdê, Qamişlo û Rimêlan.
û daxwiyan ku gelek zehmetiya di milê abûrî de dibîne ji ber ku di peydakirina alavên bi kar anîna vî karî de .lê dîsa ber xwe dide û hêviyên wê hene ku di vê milî de hinek alîkarî ji aliyê aboriya jin jêre were dayîn ta ku karê xwe zêdetir bêş bixe .

Back to top button