Civak û çand

HPC-JIN: Parastina zeviyan erka hemû ferdên civakê ye

FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêma Cizîrê aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser tedbîrên hişyariyê ji bo pêşîlêgirtina şewatan girtin. Li gorî daneyên Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatên bi zanabûn, derdora 19 milyar lîreyên Sûriyê zirar çêbû.

HPC û HPC-Jin îsal erka parastina zeviyên şêniyan hildan ser xwe. Bi hezaran endamên hêzê di nav zeviyan de belav bûn, bi taybet ên li nêzî rêyên giştî li gelemperiya bajarên herêma Cizîrê.

Endamên jin ên hêzê, ruxmî ku temenmezin in, lê zeviyan diparêzin. Hejmara jinên ku bi dilxwazî kar dikin, 700 jin in.

Endamên Hêzên Parastina Civakê-Jin (HPC-Jin) heta saetên dirêj di bin tavê de nobedariya parasatina zeviyan dikin.

Endama HPC-Jin Fatima Mihemed got: “Şewatên ku li herêmên me çêbûne, hinek bi zanebûn bûn. Armanc jê ew e ku bandorê li aboriya herêmê bikin.”

Fatima û hevalên xwe zeviyên li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de diparêzin. Fatima Mihemed destnîşan kir ku endamên Hêzên Parastina Civakê zeviyên çandiniyê diparêzin, ruxmî ku nexwedî zevî ne. Lê ew dibînin ku ji erka wan e ku welat û xêr û berekata welatê xwe biparêzin.

Di dawiyê de Fatima bang li şêniyan kir ku bi hêzên ku zeviyên wan diparêzin re alîkar bin û dûvikên cigareyan neavêjin ser rêyan. Ger agirek bi derekê ket, hema agahiyê bidin. Fatima got: “Bi hev re em zeviyan ji şewatan biparêzin. ”

Evîn Îbrahîm ji şêniyên gundê El-Tenûriyê ye û dayika 7 zarokan e. Bi xwe endama Meclisa Gel a bajaroke û dibêje parastina zeviyan erkek e ku ji hemûyan tê xwestin. Lewra divê her endamek civakê xwedî giyanê berpirsyariyê be û zeviyan biparêze.

Girêdayî heman mijarê Mihabad Ednan Umer jî got: “Belavbûna hêzên emnî û hebûna bendên kontrolê li ser rêyan, hinekî bû alîkar ku rêjeya şewatan di mewsima îsal de kêm bibe.”

Back to top button