Koordînasyona Kongreya Star bang li serhildana li dijî sûcên dewleta Tirk kir

Remziya Mihemed êrişên li ser Herêmên Parastinê yê Medya, kampa Mexmûr û parêzgeha Şengalê şermezar kirin û wiha got: “Êrişên dawî barbarî û hoavne ne, ji ber nexwaşxane û erebeyên ambulansê hatin hedefgirtin ku gelê Kurd qir bike. ”
Remziya Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe îradeya gel hedef digire û wiha got:” Dewleta Tirk bi êrişên xwe li ser Mexmûrê dixweze îradeya gelê ji 24 salan ve xwe bi rê ve dibe û bi derfetên biçûk jiyaneke birûmet ava kir hedef bigire, her wiha bi wan êrişan gelê ku serî li ber zulm û zordariyê netewandiye dike armanc.”
Remziya Mihemed wiha berdewam kir : “Dewleta Tirk herêma Şengalê ya ku di demeke nêz de ji bi bin bandorên êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbû û şêniyan dest bi vegerê û avakirina rêxistina xwe kiribû, hedef digire, her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê ku HPG’ê parastina wê dike li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê sekinî.”
Remziya Mihemed bang li gelê kurd kir ku li hember van êrişan serî hidin, her wiha bang li hikumeta Başurê Kurdistanê kir ku bê deng nemîne û wiha axivî: “Heya ku hikumeta Başurê Kurdistanê jî bêdeng bimîne û tu helwest li hember van êrişan nede, gelê kurd wê bersîvdarê van êrişan be”.
Remziya Mihemed li dawiyê bang bang li hemû hêzên Kurd kir ku bibin yek û bersivê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Şengal û Mexmûrê bidin û wiha bi dawî kir : “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine tu helwestê li hember êrişên li ser herêmên Kurdistanê nade û ji ber vê yekê divê em bi awayekî lezgîn yekitiyê ava bikin”.