Siyaset

Endama Partiya Demoqratîk Kurd ya Sûriyê Emîna şêx Mihemed

da xûyakirin derbarî yek rêziya partiyên kurdî û nîşan da ev insiyatîf berî niha ji aliyê KNK`ê ve hat meşandin lê mixabin bi ser neket, heger ew gav bi rengekî serkeftî hatiba meşandin wê îro halê me kurda li hemû perşeyên kurdistanê ne evba. ev insiyatîfa nû ji aliyê bi rêz Mezlûm Ebdî ve hatiye meşandin cihê eêz û şihnaziyê ye. em bi hêvî ne ku gaveke serkeftî be, û hemû partî bercewendiyên xwe yên teng û kesayetî bidin aliyekî û xwedî li gelê xwe derbikevin, gelîê me gelek êş û azar kişandin, lewma gerek em hemû li vê berpirsyartiya dîrokî xwedî derbikevin , ta em karibin hemû êrîşan vala derbixînin, îro êrîşên li ser herêmên şengal , Mexmûr , herêmên Medya êrîş li ser hebûna me kurdane. bi taybet em weke jin em roleke sereke bilîzin û vê yekîtiyê serbixînin ji ber ev tê wateya xwedî derketina li hebûna xwe.

Back to top button