Aborî

Jinên efrînî bi desteka Komîteya Aboriyê azara bilindbûna buhayan sivik dikin

Piştî têkçûna lîreyê Sûriyê li beramberî dolar û destpêkirina Qanûna Qeyser, aloziyeke aborî li herêmê çêbû. Li bazaran nirxê hemû madeyan bilind bûye. Ev yek barê jinan di rêveberina mal û peydakirina pêwîstiyan de giran dike.

Ji bo sînordarkirina vê aloziyê, piraniya jin û jinên ciwan ên ji Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin, di nava zeviyên çandiniyê de kar dikin ku Komîteya Çandiniyê ya kantonê berê ji bo wan îstîsmar kiriye da ku sûdê jê bigirin.

Jin li gorî koman di nav zeviyan de kar dikin da ku debara malbata xwe bikin.

‘REWŞA JIYANÎ ÊDÎ ZEHMET BÛYE’

Leyla Dawud ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkerî ye û wiha dibêje: “Beriya em ji Efrînê hatin koçberkirin me di nava baxçeyên xwe de kar dikir. Li Şehbayê jî em di zeviyên çandiniyê de dixebitin ku Komîteya Çandiniyê ji bo pêşxistina aboriya me û alîkariya me daye me.”

Leylayê got rewşa jiyanî êdî dijwar bûye, nemaze ku Qanûna Qeyser ketiye meriyetê, ji ber vê yekê kar dikin da ku azaran sivik bikin.

Jin ji şefeqê heta saet 11:00’an dixebitin û rojane 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê distînin.

Leyla Dawud destnîşan kir ku xebata wan di nava zeviyan de quta wan a rojane dabîn dike û got: “Karê me di nava zeviyan de qûta me ya rojane dabîn dike. Heqdestê ku em digirin, li gorî rewşê baş e.”

Meqbula Hesen a ji navçeya Şiyê jî got: “Em bi Komîteya Çandiniyê re berhevkirina berhemên çandiniyê mîna nîsk, fasolî û pelên rezan re koordîne dikin. Niha em amadekariyên çinîna petatan dikin.”

Meqbûla her wiha got: “Em fêrî kar bûne, bi rihekî kollektîf em di nava zeviyan de kar dikin.”

Back to top button