Arşîv

Ji Bo Raya Giştî

Wek koordînasyona kongra star em êrîşên li ser endama kordînasyona me ya herêma Fıratê Zehra Berkel ȗ Bedîea Mmele Xelîl ȗ yadê Emîna Weys bi tundî şermezar dikin.
Li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ya faşîst, kurd û dostên kurdan li herderê di nava berxwedan û tekoşîneke bê hempa de ne. Gelê me û bi taybet jinên pêşeng ji bo civakeke zanistî, exlaqî û azad hemû bedêl dane. Wek şehîdên nemir Hevrîn Xelef, yadê Eqîde.
Li hemberî xeta azadiya jinê sûcên şer yên dewleta tirk a faşîst zêde bûne. Di şeva 23 ê hezîranê de Zehra Berkel endama kordînasyona kongra star ya herêma FIratê ȗ yadê Emîna Weys ȗ hevala me Bedîea Mele Xelîl, li gundê Helencê yê girêdayî bajarê Kobanê di encama êrîşeke balafireke keșfê ya dewleta tirk a faşîst de şehîd bûne, Herêma firatê û bajarê kobanê bi hevkariya hêzên rûsî dihat bi dest girtin. Her wiha li bajarê Besre yê girêdayî Dêrezorê êrîşeke hovane li ser mala jinê hate kirin, Di vê êrîşê de hemû hevkarên dewleta tirk jî berpirsiyarin. Di qetilkirina rêhevalên me de hêzên koalîsyona navdewletî ȗ dewleta Rȗsî berpersyarin . Em hesab jı wan dixwazin ȗ dibêjin divê ev êrîșên hovane yên dewleta tirk bidin seknandin nebin hevkarê qetilama jinên kurd ȗ gelê kurd.
Her ku jin zane dibin, xwe rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tune ye. Em hebûna, zanebûn û jiyana xwe bi xwe di parêzin. Ji ber vê sedemê erîşên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam dibin.
Bi taybet di vê meha hezîranê de ku li her devera gelê kurd û jinên kurd lê hene, di nava berxwedan û tekoşîna bê hempa ya parastina nirxên xwe de ne. ev êrîşên qirker êdî bêsînor bûne. Li ser civaka sivîl êrîşên leşkerî ku tên kirin sûcên şerê, li hemberî jinên siyasetmedar ȗ rêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî pêșeroja jinê ye. Jı bo vê em bang dikin liı hemȗ jinên cîhanê ȗ rêxistinên jınan ku hemberî van êrîșan helwest diyar bikin ȗ piștgırıyê bidin berxwedanıya jınên kurd,
herwiha banga me jı gelê kurd ȗ dostên kurdan re ye, kȗ bê navber di nav çalakiyan de bin dijî fașîzmê ȗ îxanetê berxwedanê bilind bikin.
Dewleta Tirk ya faşîst bûye kujêrê jinan. Qetilkirina jinên rêxistinkirî bûye armanca faşîzma tirk û serçete Erdoxan.
Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza tekoşîna rêheval Zehra û hebûn ȗ yadê Emîne didin û Ta ku zihnîyeta qirker û faşîst ji holê rabe emê li berxwe bidin ȗ ev êrîș biryar ȗ lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike ȗ her șehîd rêxistınbȗyîn ȗ têkoșîna me geș dike .
emê bi pêșengtiya şehîd Zehra, Bedîea, ȗ yadê Emîne Azadıya jınan ȗ gelan misoger bikin.
ŞEHÎD NAMIRIN
BIJÎ YEKITIYA JINÊN RÊXISTINKIRÎ, TEKOŞER Û AZADÎXWAZ
BIMRE ÎXANET, DAGIRKERÎ Û QIRKERIRIN
Kordînasyona kongra star
24 hezîran 2020

Back to top button