Siyaset

‘Dewleta tirk tola çeteyan ji şêniyên Kobanê digire’

QAMIŞLO – Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê û hedefgirtina jinan şermezar kir û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk kîna wê ya ji ber têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê nîşan dide û tola DAÎŞ’ê ji sîvîlan digire. Her wiha dewleta dixwaze bi hedefgirtina jinan re têkçûna xwe veşêre.”

Dewleta tik doh di saetên êvarê de bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kir, di encamê de maleke welatiyan hat hedefgirtin û di encama êrîşan de Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel tevî 2 jinên din jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî bûyerê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, êrîşên dewleta tirk ên ser Kobanê û hedefgirtina jinan şermezar kir û nirxand.

‘Dewleta tirk tolhildana şikandina çeteyetên DAIŞ’ê ji sivîlên Kobanê digire’

Evînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên êrîşa dewleta tirk ên ser Kobanê û wiha got: “Dewleta tirk duh bi êrîşeke hovane êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kir, di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra berkel tevî 2 hevalên me yên din jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji malbatên jinên ku şehîd bûne dixwazin. Weke ku tê zanîn Kobanê xwedî taybetmendiyeke cuda ye hem ji bo me weke Gelê Kurd, li aliyê din jî dijmin ji bo dagirkirina Kobanê di nava hewildanê de ne. Mixabin ew kîn e li beramberî Kobanê piştî şikandina çeteyên DAIŞ’ê zêdetir bû, îro dewleta tirk tolhildana wê ji sivîlên Kobanê digire. Binkeftinên xwe yên dawiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku di 9’ê Cotmehê de êrîşî herêmê kir û dixwest ji Minbic, Kobanê û heya Dêrikê dagir bike bi bin ketin, ji bo wê dixwaze tolhildana van binkeftinên xwe jî ji me hilîne. Sekna gelê me û têkoşîna wan li hember kiryarên êrîş û dagirkeriyê bi rûmet e. Dewleta tirk tolhildana binkeftinên xwe bi hedefgitina pêşengên jin hildigire.”

‘Zehra di warê rêxistinbûyîn û xwedîderketinê de serkeftî bû’

Evînê di dewamiya gotina xwe de behsa kesayeta jina têkoşer Zehra Berkel kir û wiha dewam kir:”Kongreya Star rêxistinbûyina jin a ku di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi pêşengtiyê hatiye naskirin e. Ev rêxistin bi ked û sekna xwe ya xurt li hember hemû cureyên ku vîna jinan hedef digire her li pêş bû û di nav de jî Endama me ya Koordînasyonê Zehra Berkel jî hebû. Di şerê Kobanê de ev jin li ser piyan bû, di rêxistina gel de piştî vegera Kobanê xwedî sekin bû û li beramberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê jî xwedî hêzeke xurt bû. Zehra xwedî nasname û kedeke pîroz bû. Di rêxistinbûyina jinê de serkeftî bû, ji bo daxwaza mafê jinê her di nava tevgerê û têkoşînê de bû. Weke Kongreya Star xeta ku van jinên pêşeng ji me re diyar kiriye û mîrasê ku li pey xwe hiştine, em ê şopdariya doza wan bikin û xeyalên wan yên ku nîvco mane em ê xwedî lê derkevin.”

‘Dewletên gerantor şirîkê hedefgirtina jinan in’

Evînê da zanîn ku divê êdî hemû civak bi yek helwestê kiryarên dewleta tirk ên li ser xwe qebûl nekin û wiha pê de çû: “Hebûna dewleta tirk û kiryarên wê yên qirêj ên li ser mirov û civakan êdî nayên qebûlkirin , helwestên jinan û rêxistinên jin li tevahî cîhanê gerek xwedî helwest bin. Kîna dijminên me û xwesteke wan a di tunekirina Gelê Kurd de bi dawî nebûye. Dewletên gerantor yên ku niha li herêmên me qaşo ji bo parastina sivîlan bi cih bûne, destê wan jî di nava van êrîşên qirêj de heye. Weke Kongreya Star divê li dijî dewletên gerantor, ji ber ew jî dibin şirîkê qetilkirin û hedefgirtina jinan.”

‘Me serê xwe ji tirkiyeyê netewandiye’

Evînê wiha dawî li gotina xwe anî: “Hebûna dewleta tirk û dagirkirina wan ji herêmê re ne rewa bû, ji bo wê gerek jin di destpêkê de vê yekê qebûl nekin. Me serê xwe ji tirkiyeyê netewandiye, bi şehadeta hevalên me em serbilind in û em ê ji bo domandina xeta wan bi israr bin.”

Back to top button