Arşîv

Ji Bo Raya Giştî

DAXWIYANÎ JI BOYÎ RAYA GIŞTÎ
Bi salane hişmendiya mêr¬-dewletê û dagirkeriya dewleta turk jinên têkoşer û pêşengên jiyanê dikin armanca êrîşên xwe yên hovane. Ew bûn ku awazê jiyanê bi hêza xwe ya pêşengtî û bedewiya ramanên xwe dixemilandin. Her kêliya şoreşên azadiyê bi têkoşîn û pêşengtiya jinên têkoşer tê xemilandin. Ne cara yekem ku sê jinên pêşeng, siyasetmedar, şoreşger û berxwedêr dibin armanca êrîşên desthiladaran. Me jinan bi armanca azadiya civakek demokurat mohra xwe li rûpelên dîrokê daye. Emê di her kêliya jiyanê de bibin xwedî jiyanek azad û dengê hemû jinên têkoşer.
Dewleta turk ya dagirker di dîroka 23.06an, di seatên êvarê de bi balefirên keşfê yên bê mirov, bi awayek hovane êrîşî gundê Helincê kir û di encama vê êrîşa dermirovî de sê hevalên me, pêşengên gel û jinan jiyana xwe ji dest dan. Armanca sereke ya van êrîşan ewe ku vîna jina Kurd bide tûnekirin. Êrîşa ku pêk hat ne êrîşek ji rêzê ye. Yekem armanca vê êrîşê tûnekirina pêşengên jinan bûn. Di heman demê de îro salvegera komkujiya Kobanê ye ku di 25´ê Hezîrana 2015 de bi hevkariya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ´ê pêkhat. Hersê hevalên me jî xwedî keda azadkirina bajarê Kobanê bûn. Ew bûn, yên ku di her buhusta vê axê de ji boyî azadiyê xwêdan rijandibûn û îro jî axa Kobanê ya bi têkoşînê hatî azadkirin bi xwîna xwe avdan.
Wan di her kêliya jiyana xwe de ji boyî serkeftinê bê navber têkoşîn dan meşandin. Em jî weke rêheval û şagirtên wan, wê sozê didin ku di her kêliya jiyanê de ji boyî azadiya jin-civakê têkoşîn bidin meşandin û heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser şopa wan bimeşin. Dagirkeriya turk û dijminê jinan wer bawer dike ku wê vîna me bi êrîşên xwe yê hovane bide tûnekirin û bi me gav paş de bide avêtin. Lê em weke şagirtên Zehrayan wê sozê didin, jinan ku emê tû caran gav paş de neavêjin û emê di her kêliyê de bibin deng û vîna jinên têkoşer.
Êrîşa dewleta tirk ku di dîroka 23.06 li ser pêşeng û rêhevalên me pêk anîn, bêndengiya hêzên kualisyon û dewleta Rusiyayê em şermezar dikin. Bêdengiya wan ya li beranberî van cûreyên êrîşan dide diyarkirin ku ew jî hevkarên dewleta turkin. Ji ber komkujî û êrîşên wan yên li ser jinên siyasetmedar û gelên herêmê divê hesab ji wan were xwastin.
Em weke tevgera jinên azad bang li hemû jinên cîhanê û jinên siyasetmedar dikin ku li beranberî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û mil bidin milê me, em xwedî li keda jinên têkoşer û pêşengên şoreşên jin derkevin. Em weke şagirtên wan soz didin ku xwedî li têkoşîna wan derkevin û di her kêliya jiyanê de bibin hêza bingehîn ya avakirina civaka demokurat û azadiya zayendan. Emê bê navber di xeta Zehra, Hebûn û dayê Emîne de têkoşîna azadiya jin bidin meşandin.
Jin jiyan azadî
Bijî berxwedan jinên azad
Şehîd namirin
Koordînesyona Kongra Star ya herêma Firatê

Back to top button