Siyaset

‘Projeya berfirehkirinê dagirkeriyê ji ber bêdengiya navdewletî pêk tê’

23`yê Hezîranê dewleta Tirk bi balafireke bêpîlot xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armanc û hewldana derbekirina ewlehî û aramiya herêmê dike, hewldana dagirkirina domdarî dike û hêzên navdewletî li hemberî vê yekê bê deng in.

Di vê derbarê de endamên rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şedadê û şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin.

ŞEDADÊ

Endama Kongreya Star Emîra Sead sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û êrişa bi balafira bêpîlot wek sûcekî li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Emîra Esad da zanîn ku hedefgirtina Tirkiyê ji jinan re şikandina vîna jinên xwe li ser bingeha firkra neteweya demokratîk bi rêxistin kirine, dike.

Her wiha endama rêveberiya Mala Jinan a Şedadê Sîham Ebûd bêdengiya civaka navdewletî şermezar kir û diyar kir ku projeya berfirekirina dagirkeriyê ya dewleta Tirk bi erêkirina navdewletî pêk tê, ev jî rê dide Tirkiyê ku êrişî herêma Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Endama rêveberiya Kongreya Star Emîra El-Tiwêc bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim ku jinan dike armanc lê dîsa jî ew ê tu carî asta berxwedana wan li dijî dagirkeriyê kêm neke.

Emîra Tiwêc soz da şehîdan û şehîdên berxwedanê ku ew ê şopdarên rêya şehîdan bin.

ŞEHBA

Welatiya bi navê Nedîma Elo axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê îsbata qelsiya wê ye, Tirkiye dixwaze senaryoya êrişên li dijî Efrînê dubare bike û bi vê yekê vîna jinan bişikîne û jinan qetil bike. Artêşa Tirk bi sedan jin qetil kirin, ji wan Yadê Eqîdê û Gulê Selmo û herî dawî jî Zehra Berkel û hevalên wê.”

Nedîma Elo wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ew ê vîna me lawaz nebe û ew ê hêz û xwesteka ya rêxistinkirina tevgera jinan xurttir bibe.”

Di dawiyê de Nedîma Elo soz da ku ew ê asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Welatiyê bi navê Reşîd Qeblan jî axivî û bi lêv kir ku ev 3 sal in topbarana artêşa Tirk a hovane berdewam e, çekên pêşketî li dijî sivîlan bi kar tîne û piştî dagirkirina Efrînê Kobanê jî topbaran dike, wê demê kanîn rêxistinên mafên mirovan?.

Welatiya bi navê Leyla Şemo da zanîn ku ew bûye şahilda êrişên dewleta Tirk a hovane yên li dijî Efrînê û nahêlin li dijî Kobanê jî heman êriş dubare bibe, lewma ew wek jin her çiqasî dewleta Tirk hewldana şikandina vîna wan dike ew ê lawaz nebin

Back to top button