Arşîv

Kongreya Star: Rûsya serê xwe ji Tirkiyeyê re tewandiye

Kongreya diyar kir ku Rûsya li hemberî dewleta Tirk serê xwe tewandiye û da zanîn ku tu kes nikare vîna gelên Bakurê Sûriyeyê înkar bike û ji nedîtî ve were.

 

Kongreya Star li ser mijara danûstandinên Sochi ku bi sponseriya Rûsyayê tê kirin, daxuyaniyek da raya giştî ya cîhanê.

 

Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

 

“Di demekê de ku di tekoşîneke dîrokî û lehengî ya gelên Sûriye li hemberî hêza faşist û paşverû DAIŞ’ê serkeftineke mezin bi dest xistin û yekîtiya hemû gelan ya Bakurê Sûriyeyê pêk anîn, bingeheke çareserî ya pirsgirêka Sûriyeyê di aliyê siyasî de hat avakirin.

 

Pevajoya çareseriya demokratîk destkeftiyeke mezin a gelan e. Ev bingeh bi xwîna hezaran pakrawanên xort u keçen Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê hatiye avdan.

 

Bi peşengîtiya YPJ û YPG di bin sîwaneya QSD’ê de vîn û yekîtiya gelan ya herêmê xwe nîşan da. Vîna gelên herêmê destnîşan dide ku jiyaneke hevbeş û demokratîk xwesteka hemû gelên herêmê ye.

 

Parçekirin, şerekî navxweyî li ser esasê netewparestî û mezhebî gelên heremê bi tu awayî qabul nekirin. Di serî de gelê Kurd ji bo Sûriyeke demokratîk û yekgirtî bedêlên mezin da.

 

Ev tekoşîna dîrokî ku li hemû cihanê bandor kır neba niha Sûriye di bin lingên DAIŞ’ê de di tarîtiyê de maba.

 

Tu hêz nikare ev tekoşîn û vîna  gelên Sûriye ji nedîtî ve were û înkar bike. Bingeha çareseriya siyasî destkeftiyeke gelên Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Ermen û Turkmen e.

 

Careke din hêzên desthilatdar dixwazin siyaseta xwe ya li dijî gelan bi rengekî eşkere peş bixin. Dixwazin vîna gelan ya rexistinkirî û demokratîk li derveyî pevajoya siyasî bihêlin. Li ser vî esasî di civina li Sochi hêza Kurd û Ereb a hevbeş û demokratîk li ser xwesteka dewleta faşist a Tirk li derve hatiye hiştin.

 

Edî dema hevpeymanên derewîn ku bi vîna gelan hatiye çekirin derbas bûye. Rûsya bi vê nezîkatiya xwe li hemberî zaxten AKP’ê ya faşist serî tewandiye. Em weke Kongreya Star siwaneya hemû rexistinên jin ên Bakurê Sûriyeyê vê nezîkatiya Rûsya qabûl nakin.

 

Ev kesên hevkaren AKP’ê ya faşist ku xwe li ser xwîna xort û keçen gelê xwe didin jiyankirin em wan şermezar dikin.”

 

 

 

Back to top button