Ayşe Acar Başaran: Qetilkirina 3 jinan ne tesaduf e
Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Hezîranê de bi balefirên bê mirov (SİHA) êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Şeran ê Hebûn Mele Xelîl û dayîka endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl, Emîne Mihemed Weysî hatin qetilkirin.
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ev komkujiya AKP’ê ji kiryarên DAIŞ’ê ne cuda ye.
Ayşe Acar Başaran, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahî Kurdistanê û hedefgirtina jinan ji ANHA’yê re nirxand.
Ayşe, diyar kir ku li Kobanê hedefnîşandan û qetilkirina sê jinên têkoşer ne tesadûf e û wiha got: “Dewleta Tirk ji demek dirêj e li aliyekî hewl dide planên xwe yên li Rojhilata Navîn bixe meryetê û li aliyek din jî ji bo li herçar parçeyên Kurdistanê Kurd nebin xwedî statû bi hemû hêza xwe her tişta ku ji dest tê dike. Ev demek dirêj e ku sinorên Rojhilata Navîn jinûve tê xêzkirin, hêzên emperyalist ên navdewletî jî vê pêvajoyê tevlîhevtir dikin. Di sedsala 21’an de hem netewdewlet hem jî hêzên emperyalist di nava xwe de ketine nav krîzekî. Ev netewdewlet û hêzên emperyalist bi krîzên jinûve xêzkirina sinorên Rojhilata Navîn, şerê domandina hebûna xwe didin meşandin. Hemû hêz bi rêbazekî dixwazin ajandeyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin.”
‘EV ÊRIŞ BERDEWAMA KOMPLOYA NAVNETEWÎ NE’
Ayşe destnîşan kir ku yek ji planên destpêkê hewldana fetisandin û bêwatekirina paradigmaya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketiye holê ye û wiha axivî: “Sistema azadiya jinê, ekolojîk û komînal tê hedefgirin. Ji ber ku tê zanîn ev proje li tevahî cîhanê weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst û netewdewletan tê dîtin, lewma jî êrişî vê projeyê dikin. Destê hêzên navdewletî jî di van êrişan de heye. Ev êriş berdewama komploya navnetewî ne.”
‘EV KOMKUJÎ NAYÊ PERIJANDIN, HOVANE Û DEREXLAQÎ YE’
Dewleta Tirk piştî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û vir de, hebûna xwe li ser dijminahiya Kurdan dibîne û li ser vê esasê jî siyasetê dide meşandin. Ayşe axaftina xwe wiha domand: “Bandorên meşandina vê siyasetê li Kurdistanê ji hev ne qut in.”
Ayşe hinek komkujiyên ku dewleta Tirk li ser jinan pêk anîne wiha bibîr xist: “Êrişên li ser başûrê Kurdistanê, li Tirkiyê bi siyaseta qayûman vîna Kurd nehesibandin, binçavkirina siyasetmedarên ku gel hilbijartine, bi hezaran siyasetmedar xistina girtîgehan, êrişên hovane yên nayên pejirandin û derexlaqî li ser pîrozahiyên Kurdan, şikandina kevirên goran, heta rêkirina cenazeyan bi kargoyê. AKP di nava her nêzîkatiyek bêexlaqî de ye. AKP ku ev demek dirêke êrişî qadên sivîlên başûrê Kurdistanê dike, ev yek jî dijminahiya li dijî Kurdan careke din dide nîşan. Heman şêweyî kiryarên li herêmên Rojava yên hatine dagirkirin û hîna plana gav bi gav dagirkirina Rojava di meryetê de ye, divê ev hemû werin dîtin. Êrişên li ser Kurdan rewa dibîne û dixwaze di van sedsalan de Kurdan bê statû bihêle.”
‘JINÊN KU ALTERNATÎF AVAKIRINE, HEDEFA DESTPÊKÊ NE’
Ayşe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên ku li hember van êrişan ê herî dinamik û di pêş de têdikoşin, weke hedefa herî mezin a van êrişan tên nişandan. Di êrişên li ser Mexmûrê de qetilkirina 3 jinan, heman şeweyî li Kobanê qetilkirina sê jinên siyasetmedar û di dîrokek nêz de hinek bûyerên ku me jiyîn, pratika AKP’ê dide nîşan. Di sala 2013’an de ku li aliyekî hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re dihatin kirin, heman demê de ji bo di rêyên demokratîk re çareserkirina pirsgirêka Kurd hinek gav dihatin avêtin, li aliyek din jî 3 jinên siyasetmedar li Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Her wiha di sala 2016’an, di pêvajoya Xweseriyê de li Slopiyê 3 jin hatin qetilkirin. Ev êriş hemû bihev ve girêdayî ne. Bi awayek vekirî tê dîtin ku yên herî zêde li dijî polîtîkayên AKP’ê yên şer, tecrîd û înkarê liber xwe didin û alternatîfê dibînin jin in. Ev yek hem ji aliyê desthilatdariyê ve wek xeterî tên dîtin, hem jî weke ku divê yên destpêkê werin hedefgirin tên nişandan. Êrişên li dijî jinan ên li Mexmûr, Parîs û Kobanê bi hevdû ve girêdayî ne.”
‘CUDAHÎ DI NAVBERA KOMKUJIYÊN AKP’Ê Û DAIŞ’Ê DE TUNE NE’
Ayşe diyar kir ku jinên ku bûne hêza pêşeng, di vê pêvajoyê de bûne hedef û wiha pêde çû: “Cudahî di navbera nêzîkatiyên AKP’ê ji jinê re û pratîka DAIŞ’ê de tune ye. Tirkiye û DAIŞ politikaya fetîhê (dagirkirin) didin meşandin. Li ser jinê politikaya bêvînkirin û ji têkoşînê dûrxistinê, didin meşandin. Desthilatdarî, ji bo pêşî li civakê bigire, dixwaze ji jinê destpê bike. Ev jî ji politikaya ku DAIŞ’ê dida meşandin ne cuda ye. Dema ku DAIŞ’ê jî êrişî Rojava dikir, êrişên herî mezin dibir ser jinan. Bi hezaran jin hatin revandin, rastî êrişên cinsî hatin, wek kole hatin firotin, hatin qetilkirin û windakirin. Eger Tirkiye jî ji bo îdeolojiya xwe bide rûniştin destpêkê jinan hedef digire; eger li ser jina têkoşar û berxwedêr siyaseta serîtewandinê dide meşandin, tu ferqa wê ji DAIŞ’ê tune ye.
Ayşe, dîtina AKP a derbarê jinê “wek hedefek were çewisandin” wek gavek “politik” binav kir wiha axivî. “Di vê pêvajoya dawî de, bidawîkirina hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan, girankirina tecrîdê û ji bo praktîkkirina şer qada yekem a hatî hilbijartin wek qada jinê ne tesadûf e. Dema ku cara yekem hevdîtin li gel birêz Ocalan hatin bidawîkirin, li Vartoyê Ekîn Wan hat qetilkirin. Îşkencekirin û teşhîrkirina bendena jinê, ji aliyê desthilatdariyê ve hat eşkerekirin ku dê şer li ser bendena jinê destpêkbike û dê hedefa yekem jin be. Piştî wê cenazeye dayîka Taybet bi rojan di nava kolanê de hiştin, ev jî berdewamiya partîka wan û nêzîkatiyên wan da nişandan. Desthilatdarî jinên ku li hemberî wî liberxwedidin dike hedef û peyama “tênekoşin” dide. Li aliyek din jî zilamên ku di nava civakê de birêxistinkirî bi hişmendiya wan a mêrdestî jinê weke hedef dide nîşan. Ji pêvajoya ku AKP hat ser desthilatdariyê û heta niha, meşandina polîtîkayek desthilatdariya zilam avadike û êrişî jinê dike, ne tesadûf e. Ev tewir bi nêzîkatiyek îdeolojîk derketiye holê.”
‘DIXWAZIN BI QETILKIRINA SÊ JINAN, ŞOREŞA JINÊ BIFETISÎNIN’
Ayşe destnîşan kir ku têkoşîna ku jina Kurd li Rojava derxistiye holê tê hedefgirin û wiha axivî: “Şoreşa jinê ya li Rojava ku xwe dispêre perspektîfa azadiya jinê û ji hemû cîhanê re bûye mînak. Li Kobanê çirûska şoreşa jinê pêket. Li Kobanê hedefgirtina 3 jinan û qetilkirina wan, tê wateya hewldana fetisandina şoreşa jinê.”
Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yên ku pêşengiya xebatên yekîtiya netewî ya Kurdan dikin jin in. Divê li hemberî van êrişan yekîtiya Kurdan were avakirin.”