Civak û çandSiyaset

Kurdistaniyên li Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongreya Star, PYD`ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Lubnanê bi armanca bîranîna salvegera 24`emîn a şehadeta têkoşer Zîlan û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, civînek li dar xist.

Civîn li hola Berekê ya paytexta Lubnanê li dar ket. Hol bi wêneyên şehîdan û alên kurdî hat xemilandin. Di civînê de li ser navê Kongreya Star Netewî Xemgîn axivî û têkoşer Zîlan û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Netewî da zanîn ku ew ji beriya salan ve tê dikoşin û ew ê tê bikoşin jî, ji ber îro xwedan îrade û hêz in û ew ê şopdarên vê rêyê bin.

Her wiha parve kir ku dilê wan li ser Rojava ye, li dijî faşîzmê ew ê hemû şervan bin û hedefgirtina artêşa Tirk ji jinên Kobanê re şermezar dikin.

‘ŞEHADETA ZÎLANÊ JI BO JINÊN CÎHANÊPÊŞENGÎYE’

Netewî Xemgîn got ew salvegera şehadeta şehîd Zîlan a “xwedawenda azadî û mirovahiyê” bi bîr tînin, Zîlan li dijî hikumeta Tirk û sûcên wê yên dermirovî yên li dijî gelan çalakiyeke fedayî pêk anî û di şexsê rêber Abdullah Ocalan de îradeya gelan dike armanc.

Netewî Xemgîn wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şehadeta heval Zîlan ne tenê ji bo jinên Kurd lê belê ji bo hemû jinên cîhanê û jinên şoreşger sembol û pêşeng e.”

Her wiha li ser navê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Mistefa Ebdî axivî û di destpêka axaftina xwe de şehîd Zîlan bi bîr anî û got: “Beriya çend rojan ji ber xiyanetê ku hîn jî di nav me de heye, şehîd Zehra Berkel û hevrêyên wê yên ji Kobanê gihaştin asta şehadetê û mam Zekî Şengalî jî bi heman rêbazê gihaşt asta şehadetê.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Tevgera Ciwanên li Lubnanê Lava Semîr Bekir peyama şehîd Zîlan xwend. Civîn bi sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî serok Ocalan” bi dawî bû.

Back to top button