Civak û çand

​​​​​​​Konferansa 3`yemîn a ragihandina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket

Bi armanca nîqaşa kar û xebata du salan ragihandina jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kantona Qamişloyê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist.

Hola konferansê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên çapemeniyê yên ku di rêya şehadetê xwestin dengê rastiyê bigihînin raya giştî, her wiha pankartên bi nivîsên zimanê erebî û bi zimanê kurdî hate xemilandin.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axaftina vekirina konferansê kir

Îlham Ehmed bal kişand ser rola ragihandinê û wiha domand: “Ragihandin xwedan roleke girîng e, heqîqetê ji raya cîhanê re diyar dike, beriya ku bûyer rû bidin ragihandin dikare bûyeran bişopîne û analîz bike, di encamê de rola ragihandinê ji rola kar û xebatên dîplomatîk jî girîngtir e.”

Îlham Ehmed diyar kir ku di pêvajoya dîrokê de li ser gelên Kurd û Ermen gelek komkujî pêk hatin û bi sed hezaran gel hatin qetilkirin, lê belê ji ber kronolojiya bûyeran nehatiye belgekirin, heta niha tu îtîraf bi van komkujiyan tune ye, ji ber vê yekê divê ragihandin bûyeran bi hûrgilî, rêbaz, zimanekî zelal û formîlekê bişopîne, da ku bandorê li raya cîhanê bike nexasim di pêvajoya heyî de ji ber dewleta Tirk gefan li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Têkildarî rola jinan Îlham Ehmed îşaret bi kêm û kurtiyên çapemeniya jinan kir, ji ber balê nakişîne ser tevahiya jinên Sûriyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê mirov pirsa gelo rewşa jinên Sûrî yên li Hemayê, Siwêdaa, Şamê, Sahil (Peravê) û herêmên din ên Sûriyê çawa ye? Divê mirov li gorî bûyerên giştî û di bin navê biratiya gelan de vê yekê analîz bike, ji ber ku heke em rewşa jinên Sûriyê yên li herêmên din nas nekin, rewşa rizgarkirina ji bindestiya civakê nas neke ew ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde guhartin û veguhartin çênebe, lewra jin li ku derê dibe bila bibe, divê balê bikişînin ser rewşa jinan.”

Îlham Ehmed hêvî kir ku ev konferans bibe cihê nîqaşa pirsgirêkên jinan bi giştî û jinên di qada çapemeniyê de bi taybet, her wiha biryarên xizmeta jinên çapemeniyê bike, da ku hîn zêdetir nûnertiya civakê bike, bidin.

Piştî Îlham Ehmed axaftina xwe bi dawî kir, 5 delege ji bo rêvebirina konferansê hatin hilbijartin. Paşê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî dîroka çapemeniyê, girîngiya dîroka çapemeniyê hatin xwendin.

Piştî xwendinê deriyê nîqaşa kar û xebatê li pêşiya delegeyan hate vekirin.

YEKITIYA RAGIHANDINA JINAN (YRJ) HATE DAMEZIRANDIN

Paşê rêzikname hate nîqaşkirin, biryara erêkirina rêziknameyê hate dayîn, Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) hate damezirandin.

Di dawiyê de endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif axivî û got: “Konferans bi nîqaşên girîngiya rola jinan bi dawî bû, ji ber vê yekê divê em ji bo pêşxistin, nêrîna jinan û îradeya jinan kar û xebatê bikin û hişmendiya zayendperestî ya mêran ku hemû saziyên çapemeniyê zor û zehmetiya wê dikişînin têk bibin.”

Foza Yusif wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi navlêkirina nû ya çapemaniya jinan dê ji aliyê civakî ve gaveke nû û kalîte be û bi vê yekê dê xwestek û rastiya jinan û nêrîna wê ji hemû aliyan ve diyar bibe.”

Foza Yusif anî ziman ku rola çapemeniya jinan hem nivîskî, hem jî weşanan ve di têkoşîna de pir girîng e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinan hem di qada siyasî, leşkerî û hem jî di qada civakî de wan gavên girîng avêtine, di heman demê de di pêvajoya salên derbasbûyî de çapemeniyê roleke girîng di komkirina bûyeran de lîst.

Back to top button