Siyaset

Ne qebûlkirina hêzên Rûsî ji şandeya Kongra star re

Ji bo

Serokê Federasyona Rûsyayê
Vladimir Putin
û hêzên Rûsyayê ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bicîh bûne

Mebest: Kuştina jinan li gundê Helince / Kobanê
ji hêla Hêzên artêşa Tirkiyê ve, di 23’ê Hezîrana 2020 de

Qamişlo, 26’ê Hezîranê 2020
Birêz Serokê Vladimir Putin,

Di 23’ê hezîrana 2020’an de em çarekî din bûn dîtarê sûcê şer ê, yê ji hêla artêşa Tirkiyê ve li dijî welatê me û gelê me hat pêk anîn: Xanim, Amina Waysî, li pêşiya mala xwe li gundê Helince yê nêzê Kobanê rûniştî bû dema ew û mêvanên xwe, Xanim, Zehra Berkel û Xanim, Hebûn Mele Xelîl, ji nişkê ve ji aliyê balafirên keşfê yên tirk ve hatin hedefgirtin. Di êrîşê de her sê jinên sivîl, jinên Kurd hatin kuştin.
Xanim, Zehra Berkel û Xanim, Hebûn Mele Xelîl endamên rêxistina me ya jinan Kongra Star bûn. Bi jina mîna Xanim, Amina Waysî, bi hev re, ew di civata xwe de ji bo mafên jinan û ji bo çareseriya demokratîk ji bo nakokiyên li Sûriyê dixebitîn. Wek gelê Kobanê, wan di sala 2014’an de ji bo parastina mirovahî hemberî êrişên DAIŞê ber xwe dan. Ya balkêş ewe, di êvara berî salvegera pêncemîn ya komkujiya DAIŞê de, ya tê de 271 sivîl – zarok, jin û pîr – bi hovîtî li Kobanê hatin qetilkirin, ew bûne hedef û qurbaniya komkujiyek artêşa Tirkiyê li Kobanê.

Ji ber bûyerê vî sûcê şer, em ji hukûmeta Rûsî û hêzên wê li Sûrî daxwaz dikin ku bi erkên xwe rabin da ku yekbûn û serweriya axa Sûrî mîzoger bikin, ji bo vegera ewle û dilxwazî ya kocberan hêsantir bikin û pêşî lê bigirin ku “siyasetek paqijkirina etnîkî” were pêk anîn, wek ku di peymana di navbera Tirkiye û Federasyona Rûsyayê ya 22’ê cotmeha 2019’an de tê gotin. Li belê heya niha, herdu aliyan heta niha gorî vê tevnegeriyan.

Gelek sûcên şer, mînak: karanîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan li Serê Kaniyê û bombebarana tîmên tenduristî ji hêla hêzên Tirkiyê ve di cotmeh û mijdara 2019 de hate belgekirin. Ji hingê ve, Tirkiyê tu carî dev ji êrişên xwe li ser nişteciyên sivîl û êrîşên leşkerî li dijî xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê nesekinand. Li herêmên dagirkirî ji hêla Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê, wek Efrîn, Girê Spî (Til Ebiyat) û Serê Kaniyê (Rasalain), pêkanînên qirkirina etnîkî, darvekirin, revandin û êşkence roj bi roj berdewam dike. Jin rastî eynî tundiya cînsî û sûcan dibin yên mîna di bin terora DAIŞê de. Jiber vê yekê ne tesaduf e piştî kuştina Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûrî, Hevrîn Xelef û endama me Xanim, Aqide Usman di cotmeha 2019’an de, niha li Kobanê, pêşengên civaka jin dîsa ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatin hedefgirtin.
Di 10 mehên borî de, herêmên rêveberiya xweser li bakur û rojhilata Sûrîyê, her di bin êrîşên ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê yên cîhadîst ya “Artêşa Neteweyî ya Sûrî”, de ne. Jiber topbarana û êrişên bênavber li ser niştecîhên sivîl, bi taybetî li herêmên Şehba, Til Rifat, Minbic, Ain-Issa û Til Temir, bi hezaran kes ji malên xwe hatin derxistin. Rojane kuştinên sivîl ji van herêman têne ragihandin. Hîna sivîl û endamên hêzên ewlekariya hunderîn di êrişên yên ji hêla artêşa Tirkiyê ve li navçeyên Girkê Legê, Tirbêsipiyê û Kobanê hatine kuştin.

Back to top button