Arşîv

‘Encamnameya lûtkeya Astanayê li dijî ewlehî û aramiya herêmên Sûriyê gef e’

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek têkildarî encamnameya lûtkeya Astanayê ya 6’an da.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan de wiha hate gotin:

“Daxuyaniya dawî ya lûtkeya Astanayê ya 6’an di merheleyeke herî hesas li ser gelê Sûriyê li gel giranbûna Qanûna Qeyser pêk hat. Ev wek şerekî xeternak der barê biryar û encamnameyên hevdîtina serokên Îran, Tirkiyê û Rûsyayê di 1’ê Tîrmeha 2020’an de ye. Her wiha di demekê de ku divê dewletên têkildarî rewşa Sûriyê encamname û çareseriyên guncaw ji gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê re di gel rewşa aborî de bidîtana, berovajî wê yekê dikin. Di daxuyaniyê de tu bendên ku piştevaniya çareseriya aloziya Sûriyê bikin nîn in, lê belê di gel gefên sozên hatin dayîn de aloziyê girêktir dike.

Biryarên ji vê lûtkeya sêalî hatine dayîn berovajî peymana di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de digel dagirkirinên herêmên Sûriyê ne. Jê jî dewleta Tirk a dagirker e ku serweriya dewleta serbixwe ya Sûriyê bi hincetên derew ku tu rastiyên wan tune ne, dagir kir. Her wiha komên girêdayî wê sûcên şer li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi kar tînin, dewleta Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê li herêmên dagir kirine pêk tîne ew jî bi rêya hildana ala xwe li ser avahiyan, dan û standina bi lîreya Sûriyê, qirkirina nasnameya resen. Anku tu êrişekê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji berpirsiyariya Rûsya û Koalîsyona Navdewletî ye.

Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn, her wiha jinan jê re pêşengtî kir û karîbûn li dijî gefan domdar ên wekî gefên terorî yên wekî DAIŞ`ê bisekinin û di rêya nirxên demokratîk ên li nava civakê û aştiya di navbera pêkhateyan de misoger bikin, li aliyê din hevgirêdan û baweriya di navbera gelên herêmê de isbata hêz û garantiya hebûna wan a li dijî êrişan e û di heman demê de gefan li hişmendiya faşîst a dewleta Tirk dixwe ji ber her dem hewldana têkbirina tecrûbeya demokratîk dike û dixwaze herêmên Sûriyê ji Carablusê bigire û heta bi Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hev parçe bike û hevpeymana van dewletan di nav de Rûsyayê ku rejîma Sûriyê nûnertiya wê dike, li ser biryara dewleta Sûriyê xetere ne, ji ber serxwebûna dewletê wenda dike û heta niha Sûriyê di nava civaka navneteweyî de rewabûna xwe parastiye.

Em jî wekî Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarên wiha şermezar dikin û bang li civaka neteweyî dikin ku li dijî zimanê daxuyaniyê bisekine, ji ber hewldana derxistina nakokiyan û ewlehiya herêmên Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet.Her wiha bi israr em helwesta dewleta Sûriyê û bêdengiya wê ji binpêkirina seweriya welatê wê re şermzar dikin, ji ber li ser hesabên yekitiya xakê û ewlehiya neteweyî ye, li gel vê yekê bang li gelên Sûriyê bi hemû pêkhate û rêxistinên û rêxistinên jinan dikin ku li dijî komloyên li dijî gelên Sûriyê bisekinin, ji ber hewldana paçekirinê dikin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27