Siyaset

Nalîn Mihemed: Her çiqas êriş bikin, dê têkoşîna me mezintir be

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel bêdengiya navdewletî roj bi roj zêde dibin. Di 23`yê Hezîranê de balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker gundê Helincê yê kantona Kobanê topbaran kirin. Di encamê de sê jinên siyasetmedar şehîd bûn.

Di vî warî de çalakvana siyasî Nalîn Mihemed got: “Ji destpêka şoreşê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk mafên mirovan, bi taybet ên jinê binpê dike. Dewletên desthildar ji destpêkê ve bi taybet jinê dikin hedef. Heta roja me ya îro mafên wê binpê dikin. Artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan dike hedef. Ji ber ku jin xwedî li projeya neteweya demokratîk derketin. Mîna ku tê zanîn civak bi jina azad rizgar dibe.”

‘HEDEFGIRTINA JINAN SIYASETA DAGIRKERAN A LI HEMBERÎ JINÊ ÎSBAT DIKE’

Nalîn anî ziman ku dewletên desthilatdar ji rizgariya jinê ditirsin, lewra êrişî wê dikin. Nalîn axaftina xwe wiha domand: “Da ku nasname û çanda jina ku li ber xwe dide biçewsîne, êriş dike. Dewleta Tirk sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, dayîka Eqîde û Amara kirin hedef. Ev hovîtî siyaseta dagirkeran a li hemberî jinê îsbat dike. Çendîn jin bi hêz be, êriş li dijî wê zêde dibin. Jinên ku di êrişa li gundê Helincê de hatin hedefgirin çalakvan bûn û mafê jinên bindest diparastin.”

Nalîn êrişên artêşa dagirker wiha bersivand: “Çendîn artêşa Tirk a dagirker êrişî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, nikare vîna wan bişkîne. Ji ber ku jinan bi rêya têkoşîna xwe, xwe bi hêz kirine.”

Di dawiyê de Nalîn got: “Jinê di şoreşê de xwe birêxistin kir û li hember êrişên hovane zaîf nabin. Di her qadê de bihêz dibin. Em bang li hemû jinan dikin ku mafê xwe biparêzin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27