Siyaset

Çalakvaneke yemenî: Tirkiye jinên çalakvan dike hedef

Nûra El-Cerewî ji ANHA`yê re diyar kir ku rêxistina DAIŞ`ê, milîsên El-Hûsî û El-Qaîda ku destekê ji Tirkiyê û Îranê digrin raste rast jinan dikin hedef, da ku wan bikin leşker û bi navê “Cîhada Nikahê” wan bi kar bînin. Nûra destnîşan kir ku hemû rêxistinên terorî mîna hev in.

Çalakvana hiqûqî Nûra El-Cerewî eşkere kir ku Tirkiyê li Yemenê çalakvanên siyasî û hiqûqî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê û rûxandina welatan bi kar tîne, mîna ku bi Tewekel Kerman û hin din re pêk anî.

Nûra El-Cerewî diyar kir ku sûcên Tirkiyê yên li dijî jinên çalakvan ne tenê li Sûriyê ne, heman demê de li Yemenê û gelek dewletên Ereban vê yekê bikar tîne. Nûra bang li hemû jinên ji Sûriyê kir, bi taybet jinên Kurd ku têkoşîna xwe li hember milîsên terorîst ên girêdayî Tirkiyê bidomînin.

Nûra El-Cerewî di axaftina xwe de bilêv kir: “Divê civaka navnetewî sînor ji destwerdanên Tikiyê li herêmê deyne. Jinan ji êrişên Tirkiyê biparêz e. Berjewendiyên Erdogan li herêmê kêm bikin û xewna wê di vegerandina serdema Osmanî de, têk bibin.”

Çalakvana hiqûqî ya yemenî Nûra El-Cerewî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk hewl dide welatê Ereban dagir bike û hemû zengîniya wan bixin di bin serweriya xwe de. Li şûna wê bila girîngiyê bide kar û barên xwe yên hundrîn û rewşa xwe ya aborî baş bike. Dewletên Ereban dê ji bo destekdayîna Tirkiyê ji terorîstan re zêde bêdeng nemînin.”

Back to top button