Siyaset

Zehra xwedî li destkeftiyên rêxstina jinê û nirxên wê derket’

KOBANÊ – Rêhevala Zehra Berkel, Bêrîvan Hesen, behsa bîranîn, taybetmendiyên Zehra yên di nava civakê de, hevaltiya wê ya rast û azweriya wê ya jiyanê kir. Bêrîvanê bal kişand ser têkoşîna Zehra û wiha got: “Zehrayê di her kêliyê de têkoşîna jiyaneke azad ji bo tevahî civakê dida meşandin. Zehra xwedî li destkeftiyên rêxistina jinê û nirxên wê derket. Ez bi têkoşîna rêhevala xwe Zehra serbilind im û ez ê domdarê xeta têkoşîna wê bim.”

Di 23’yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê yê girêdayî bajarê Kobanê kir. Di encama êrîşê de sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan. Di hemû êrîşên dewleta tirk yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, her wiha di tevahî êrîşên dewleta tirk yên li ser Herêmên Kurdistanê jî jin, zarok, jinên siyasetmedar û pêşengên rêxistinên jinan dibin armanca êrîşan. Dewleta tirk dixwaze her tim jinan di komkujiyan re derbas bike. Rêhevala Zehra Berkel, Bêrîvan Hesen behsa rêhevaltiya xwe û Zehrayê kir.

‘Jinên pêşengên civakê, dibin armanca êrîşên faşîzmê’

Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de êrîşa li ser vîna jinan nirxand û wiha pê de çû: “Ez sersaxiyê ji hemû malbatên têkoşeran re dixwazim. Ev êrîşa ku li ser gundê Helincê pêk hat, êrîşeke hovane û pir bi êş bû. Her ku hêz an jî rêxstinên jinan di nava civakê de xurt dibin, dewleta tirk jî êrîşan li ser tevger û pêşengên jinê zêdetir dike. Ev ne cara yekem e ku kesayeteke weke ya Zehra dibe armanca dagirkeran, bi dehan jin para xwe ji hovîtiya dewleta tirk dîtine. Beriya Zehra jî gelek hevalên me yên pêşeng weke jina siyasetmedar Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Yadê Eqîde bûn armanca kiryarên dewleta tirk. Ev dide diyarkirin ku dewleta tirk bi zanebûn jina ji xwe re dike armanc. Ez û Zehra ne tenê hevalên hev yên kar bûn, di heman demê de hevaltiya me ya bi salan heye. Cara yekem dema li herêmê saziyên jin hatin damezrandin, Zehra tê de jineke pêşeng bû. Dema me dest bi kar kir temenê me ciwan bû, lê xwestekên me mezin bûn. Li gel xebatên tevgera jinê me xebatên Heyva Sor a Kurd jî dida meşandin û piştî demekê me cihê xwe di nava xebatên Rêveberiya Xweser de jî girt. Di kîjan saziyê de pêwistî heba Zehra di wê saziyê de dihat dîtin. Jinên pêşengên civakê, dibin armanca êrîşên faşîzmê.”

‘Civaka ku îradeya jinê tê de xurt be wê bigihêje serkeftinê’

Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn, pêşketinên Zehra yên di nava kar û xebatê de û wiha domand: “Herî zêde Zehra di nava xebatên Kongreya Star de xwe pêş xist. Li ser pareznameyên Rêber Apo xebata xwe dida meşandin û di hemû civînên ku ji gel re dihatin çêkirin, li ser azadiya jin û hevjiyana azad diaxivî. Zehra digot ’ji bo ku mirov bibe mirov bibe pêşengên civakan divê destpêkê kesayeta xwe biguherîne’ Zehra jineke xwedî zanisteke dewlemend bû û li ser zanista jinê jî xwe perwerde dikir. Zehrayê ji bo azadiya herdû zayendan bê navber kar dikir û hewil dida ku rêxistina Kongreya Star bi tevahî civakê bide fêmkirin. Zehra di her kêliyên jiyanê de xwedî li deskeftiyên şoreşê û nirxên jinê derdiket.”

‘Zehra xwedî li destkeftiyên rêxstina jinê û nirxên wê derket’

Bêrîvanê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Zehra xebatên Kongreya Star bi awayekî serkeftî dida meşandin. Pêwist e em xwedî li tevahî jinan derkevin û xeyalên Zehrayê pêk bînin. Dewleta tirk dixwaze destkeftiyên ku jinan ji xwe re mayinde kirine, tune bike. Di komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an de min 11 kes ji malbata xwe winda kir, îro jî min Zehra winda kir. Zehra di her demê de dixwest van bîranînên min yên bi êş bipêçe, îro jî wê kîyê birîna Zehra di dilê min de bipêçe. Zehra xwedî li destkeftiyên rêxstina jinê û nirxên wê derket. Ez bi têkoşîna rêhevala xwe Zehra serbilind im û ez ê domdarê xeta têkoşîna wê bim.”

Back to top button