Siyaset

Elmanya: Hebûna Tirkiyeyê ya li Rojava rewa nîne

Dema ku dewleta Tirk destpêka sala 2018’an li Efrînê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, Elmanya bi dengekî bilind li ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava ranebûbû. Hikumeta Elman a Federal bi gotina “Bila hiqûqa navneteweyî neyê binpêkirin, bila sivîl bê parastin” tenê şîret li rejîma Enqereyê kiribû. Cotmeha 2019’an î li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tenê bi rengekî sembolîk ambargoya çekan danîbû ser dewleta Tirk.

Lê belê Hikumeta Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel piştî du salan yekemcar bi gotinên eşkere û berbiçav eşkere kir ku ew li dijî hebûna dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ev daxuyanî piştî pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser têkiliyên bi Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û razemeniyên li herêmê hate dayin. Şêwirmenda Wezareta Pêşveçûnê ya Federal Marîa Flachsbarth bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep.

‘ARGÛMANÊN TIRKIYEYÊ BI GUMAN IN’

Pêşnûme pirs ji aliyê Parlamentera Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer ve hate kirin. Flachsbarth rexne li hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê kir û diyar kir, ku hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê li gorî hiqûqa navneteweyî îllegal e. Flachsbarth destnîşan kir, argûmanên ku Tirkiye li ser hebûna xwe ya li herêmê destnîşan dike, ji bo Hikumeta Federal ne cihê baweriyê ne û got, “Dema ku operasyona ‘Kaniya Aştiyê’ pêk hat jî hikumeta me diyar kir, sedemên ku vê operasyonê li gorî hiqûqa navneteweyî mafdar nîşan bide, nînin.”

Şêwirmenda Wezareta Pêşveçûnê ya Federal Marîa Flachsbarth ragihand ku hikumeta wan plan kiriye, li dijî şewba vîrûsa koronayê bi milyonek Euroyî alîkariyê bi Rojava re bike. Flachsbarth destnîşan kir, alîkarî wê bi rêya saziyên civakî yên sivîl ên li herêmê bê kirin.

Parlamentera Partiya Çep Sommer, bersiva hate dayin erênî dît û got, “Gaveke girîng e ku yekemcar bi dengekî bilind tê gotin ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewa nînin. Rewşa erênî ye ku destek ji hincetên Tirkiyeyê re nayê dayin ku ji bo şerê li dijî Kurdan destnîşan dike. Ez piştgiriyê didim vê daxuyaniya hikumetê.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27