Siyaset

`Tirkiye ji jinên berxwedêr ditirse`

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, sûcên li dijî jinan zêde dikin. Jinan direvînin, qetil dikin, winda dikin û li beramberî berdana wan pere dixwazin. Jinên têkoşer jî hedef digrin.

Berdevka Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û gundewarên Ibtîsam Abdullqadir û Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Nehla Mustefa ji ANHA`yê re axivîn û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

`TIRKIYE DIBÊJE JIN XETERIYÊ LI SER SÎSTEMA WÊ ÇÊDIKE`

Ibtîsam Abdullqadir got: “Tirkiye ji têkoşîna ku jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya wê dikin, ditirse. Ji ber wê jî derbeyê li jinan dixe û êrişa dawîn a li bajarê Kobanê li dijî her sê jinên têkoşer pêk anîn, vê yekê diyar dike.”

`DEWLETA TIRK DIXWAZE TEVGERA JINAN TÊK BIBE, DA KU BERXWEDANA WÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LEWAZ BIKE`

Ibtîsam bêdengiya cîhanê û dewletan der barê sûcên ku artêşa Tirk pêk tîne şermezar kir û ev tişt got: “Sûcên di asta yekemîn de li dijî jinan pêk hatin. Ji ber rola wê di avakirina civakê de sereke ye. Piştî qetilkirina Sekretêra Gitşî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve ev yek, eşkere bû. Hevrîn her tim parastina mafên jinan dikir û dayika Eqîde jî tev li karwanê aştiyê bû da ku destekê bidin berxwedana Serêkaniyê. Tirkiye dibêje jinên bi hêz û têkoşer xeteriyê li ser sîstema wê çêdikin û ji ber wê jî êrişî jinan dikin.”

Ibtîsam sûc û kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û wiha axivî: “Êrişên bi vî awayî îrade me naşkînin. Em ê têkoşîna ku şehîdên me dest pê kirine, bidomînin. Em soz didin ku em ê têbikoşin û li ber xwe bidin heta armancên şehîdan pêk bînin.”

‘EM BANGA SERBESTBERDANA GIRTIYAN DIKIN’

Koordînasyona Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Nehla Mustefa tekez kir ku dewleta Tirk ji jinên bi rêxistinkirî yên têdikoşin û ji bo rizgarkirina fikrî li ber xwe didin, ditirse û ji ber wê jî wan dike hedef.

Nehla êrişên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û Kobanê şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Dema dewleta Tirk dewletên cînaran dagir dike, jinan dike hedef da ku îradeya wan bişkîne. Ji ber ew baş dizane ku jin dikarin li hember wan bisekinin. Dema dewleta Tirk êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û her sê jinên ku parastina mafên jinan dikirin, diyar bû.”

Nehla behsa sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî jinên li Şengalê kirine, kir û got: “Dewleta Tirk rêzesûcên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya êrişên li ser Şengal, kampa Mexmûr, Qendîl û Kobanê, dûbare dike. Ma ka edaleta mafên jinan li ku derê ye. Em bang dikin ku jinên di girtîgehên Tirkiyê serbest werin berdan.”

Nehla di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî yên bana azadiya jinan dikin ku xwedî biryar bin.

Back to top button