Siyaset

Sirûşt Helebçe: Mixabin dewletên cîhanê çavê xwe ji Tirkiyê re digrin

Roja sêşemê, 23’yê Hezîranê balafirên dewleta Tirk a dagirker gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star şehîd bûn. Her wiha seyrangeha Kunemasî li herêma Şarbacîr a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hedef girt, di encamê de 2 şênî şehîd bûn û sivîl birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, parêzger û çalakvana siyasî ya ji başûrê Kurdistanê Sirûşt Helebçe, di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan ji ANHA’yê re axivî.

Sirûşt di destpêka axaftina sersaxî ji malbatên şêhîd Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî, şehîdên Silêmaniyê û Şiladizê re xwest.

Sûrişt diyar kir ku Erdogan kesekî kujer e û wiha got: “Dewleta Tirk bi êrişên dawîn ên li ser Kobanê û Silêmaniyê peyamek da siyasetmedar, hêzên Kurd û gelê Kurd. Bi vê yekê diyar kir ku ew ji bo jenosîda li dijî Kurdan ne dudil e. Dewleta Tirk ji ber krîza aborî û pirsgirêkên hindirîn azarê dikişîne. Tu çareyên wî nemane. Lewma berê xwe dide welatên cîran da ku krîza xwe ya hindirîn binûxime.”

KURD NE YÊN BERÊ NE

Sirûşt Helebçe destnîşan kir ku Kurd ne Kurdên berê ne û wiha axivî: “Kurdan biryara têkoşînê dane. Biryar dane ku mafê xwe bidest bixin. Di vê rêyê de gelek qurbanî dane û dê bidin jî. Kurdan cîhan ji xeteriya DAIŞ’ê xilas kirin.”

Sirûşt Helebçe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixanbin civaka navdewletî, hikumeta Iraqê û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng in. Ji ber ku berjewendiyên wan ên hevpar hene. Her wiha tê zanîn ku dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike. Tevî wê jî bendên destûra Iraqê red dike û li gorî wan bendan tevnagere. Berjewendiyên hikumeta başûrê Kurdistanê û hin partiyên siyasî bi Tirkiyê hene, ji ber wê jî xwînherikîna gelê Kurd paşguh dikin.”

Sirûşt diyar kir ku rêya tekane ya ji bo rawestandina van êrişan, yekbûna raya aliyên Kurd û yekîtiye.

‘DÎROKA JINÊN KURD TIJÎ SERKEFTIN E’

Sirûşt bi bîr xist ku dîroka jinên Kurd tijî serkeftin û têkoşîna li dijî hişmendiya dîktator e û wiha pêde çû: “Mînaka van jinan jinên mîna Leyla Qasim, Bêrîtan, Barîn û Avêsta Xabûr in. Van jinan ji bo azadiyê şer kirin. Dîrok jina Kurd ku şerê DAIŞ’ê kir ji bîr nake. Her wiha tola tevahî jinan, bi taybet ên Êzidî hildan. Ji lew re dewleta Tirk bi şêweyekî bingehîn şerê jinên birêxistinkirî mîna siyasetmedar, hiqûqnas û çalakvanên sivîl dike.”

Sirûşt bang li tevahî jinan kir ku li dijî sûcên li dijî jinan serî hildin, şerê dewleta Tirk a dagirker bikin, divê vîna we xurt bikin û her dem bi israr bin.

Sirûşt di dawiya axaftina xwe de soz da ku li ser rêça şehîdan bimeşe û têkoşînê li hember zulm û mêtîngeriya Tirkiyê bilind bike.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27