Civak û çand

“Jin berî û piştî Îslamê” mijara semînerekê bû

Semîner bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, desteyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Weqfeya Jinên Rewşenbîr a Azad, partiyên siyasî hate dayîn. Endama Rêveber a Saziya Olî ya Jinên Musilman a bajarê Qamişloyê Hîbetullah Dilbîz semîner da.

Hîbetullah rola jin di civakî de destnîşan kir û got: “Jin nîvê civakî ye, jin perwerdekar e, hevjîn e. Erk û mafên wê hene. Di serdem û şaristaniyan de mekaneta jinan cûda bûn û ji hev nakok bûn. Di serdemekê de wekî şeytan dihatin binavkirin ku ji şer û gunehan tînin. Di serdemek din de wekî xanim û hakim hate dîtin. Her wiha wekî pêşeng hate dîtin û di serdemeke din wekî amûra metayê ji bo rêklaman hatin bikaranîn.”

Hîbetullah diyar kir ku bi derketina Îslamê re û belavûna talîmatê wê, jiyana jinan derbasî pêvajoyeke nû bû, ku ji pêvajoyên berê cûda bû û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de jin serbixwe bû, mafên xwe yên ferdî, civakî û mirovî bidestxistin. Îsalmê di navbera herdu zayendan de wekhevî çêkir, ku herdu dikarin rêya îslamê bigirin ta bighêjin kemala manewî û madî û jiyaneke bi rûmet.”

Hîbetullah Diblîz got: “Armanca me jin azad bibe û mafên xwe bistîne ku rûmeta wê biparêze. Ji ber ku rûmeta jinê ji rûmeta civakê ye. Em hewl dide civakeke azad, edalet û wekhev ava bikin ku xewna her mirovekî ye.”

Hêjaye gotinê ye ku Weqfeya Jinên Rewşenbîr dê ser jinan semînerên bi navên cûda organize bike.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27