Siyaset

‘Tecrîda li dijî Ocalan, şerkirina li dijî fikirê wî yê azad e’

Dewleta Tirk ev 20 sale li zindana Îmralî li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda pêk tîne û her roja ku diçe jî vê tecrîdê girantir dike. Di çerçoveya vê tecrîdê de ev bi salanê nahêle parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan pê re hevdîtinan pêkbînin.

Ji 7`ê Tebaxa 2019`an de û heta niha desthilatên Tirk 83 daxwaznameyên hevdîtinan ên ku parêzerên Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, hatin redkirin.

Di vî warî de jinan li bajarên Heleb, Reqa û Dêrazorê nêrînên xwe bi ANHA`yê re pave kirin.

Endama rêveber a Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê Yesmîn Mihemed destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîdê, felsefe û fikrê neteweya demokratîk ji gelan dûr xîne û wiha domand: “Rêbertî di pareznameyên xwe de pêşniyarên çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn, ji dewletên kapîtalîst ên mîna dewleta Tirk, Amerîka û Rûsya pêşkêş dike. Ji ber wê tecrîdê girantir dikin da ku wî ji çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn dûr xînin.”

Yesmîn Mihemed îşaretpê kir ku civaka ku xwe bi xwe bi rêve dibe, tu dewlet nikare li hemberî vîna wê bisekine, rola jinê û pêwîstiya xwebirêxistinênkirina jinan destnîşan kir û got: “Rêbertî hertim nameyan ji gelên Rojhilata Navîn re dişîne bi taybet jinan. Da ku pişta xwe bide xwe û bibe xwedî vîn. Ji ber ku ji erka jinê ye civakê bi rêxistin bike.”

Yesmîn Mihemed di dawiya gotinên xwe de got: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahiya warên siyasî, leşkerî û civakî de xwe bi rêxistin kiriye. Pêkanîna projeya neteweya demorkatîk dê aloziya herêmê çareser bike û kesek nikare vîna gel bişkîne.”

REDKIRINA DAXWAZNAMEYÊN SERDANAN, MAFÊ MIROVAN BINPÊ DIKE

Girêdayî vê mijarê hiqûqnasa Rêveberiya Jin a Reqayê Fehîme Casim tevahiya girtinên tund bi taybet di girtîgehên dewleta Tirk de red kirin û got: “Rêber Abdullah Ocalan fikrên ku civakan azad û demokratîk dikin, pêşkêş kirin. Her wiha armanc dike, wekhevî û hevparî dûrî navendîbûnê di civakê de bide rûniştandin.”

Fehîme Casim da zanîn ku tevahiya daxwaznameyên serlêdanê yên malbat û parêzeran hatin redkirin û got: “Redkirina van daxwaznameyan li dijî mafên mirovan e. Gelo rêxistinên navdewletî li ku derê ne?”

Her wiha Fehîme Casim behsa rewşa jinên Ereb a beriya naskirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Jinên Ereb bi giştî mafên xwe nas nedikirin. Piştî pêşkêşkirina rêgezên neteweya demokratîk, fikrê rêber Ocalan û di pratîkê de pêk hatin, rewşa jinan li bakurê Sûriyê bi awayekî balkêş pêşket.”

‘SERKEFTINA JINAN A BI SAYA FIKRÊ OCALAN DEWLETA TIRK DITIRSÎNE’

Endama Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehrezad Casim diyar kir ku dewleta Tirk tenê ji bo ku şerê fikrê Rêber Abdullah Ocalan bike, tecrîdê giran dike. Lewar ji 2015`an ve hevdîtinan qedexe dike.

Şehrezad Casim wiha pêde çû: “Serkeftina ku jin gihaştiyê, çi jina Suryan an jî Ereb an jî pêkhateyeke din, hevgirtina nîştimanî pêk anî. Ev serkeftina me bi saya Rêber Ocalan pêk hat. Ji ber wê dewleta Tirk û dewletên din ji fikrê Ocalan ditirsin.”

Şehrezad Casim diyar kir ku wê serdana kampên berxwedana gelêrî yê li başûrê Kurdistanê kiriye û got: “Min tu rêxistinên terorîst mîna ku dewleta Tirk îdia dike, li wir nedîtin.”

Şehrezad Casim di dawiya gotinên xwe de rave kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan dîwarên girtîgehan derbas kiriye û êdî bûye minareya ku giyana hevaltiyê ya ku kesên ji pêkhateyên cuda komî ser hev dike, av dide.

Back to top button