Arşîv

Li Qamişloyê têkildarî tundiya li ser jinan panelek hate lidarxistin

Jinên siyasetmedar, hiqûqnas, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Mala Êzidiyan, Kongreya Star, Weqfeya Jinên Azad, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Meclisa Edaleta Civakî ya Jin, endamên Desteya Jin a Herêma Cizîrê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Akademiya Jinelojî beşdarî panelê bûn.

Panel bi axaftina endama rêveber a Komîlteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Rûken Ehmed dest pêk kir. Rûken bi xêrhatina beşdaran kir û bendê panelê diyar kirin.

Di panelê de sê mijarên hatin nirxandin; tundiya li ser jinê li gel şewba Koronavîursê, tundî û qirkirin li gel dagirkeriya Tirk û nêrîn û çareseriyên li hemberî dagirkkeriyê.

Mijara yekem ji aliyê endama Meclisa Edaleta Civakê parêzer Xanim Eyo ve hate şîrovekirin. Xanim diyar kir ku tundiya li ser jinan dîroka xwe heye, ne girêdayî bûryekê di dîroka heyî de û wiha domand: “Ji hezarên salan ve pergalên ku Rojhilta Navîn û cîhanê bi rêve dibin li ser esasê mêtîngerî û kolekirina jin, civak û xwezayê ava bûne. Me dît, di dema belavbûna Koronavîrusê ev sîstem tev li hev bûn, ku îdia dikirin ku dikarin civakê biparênin, nikarin jin, civak û xwazayê biparêzin. Tevî ku di aliyê teknîkî de piraniya dewletan li hemberî rewşên wiha bê çare man.”

Xanim diyar kir ku rêjeya tundiya li ser jinan di cîhanê de zêde bû, hikumet jî parastina jinan nake, li hemberî tundiyê divê rêxistniên jinan bibin yek.

Xanim Eyo, di berdweama axaftina xwe de bal kişand ser tundiya li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Herêmên rêveberiya xweser jî ji rewşên tundiya li ser cîhanê ne bê par e. Li herêmê binpêkirinên li ser jinan zêdetir e, ji ber rewşa şer, koçberî, krîza dirunî, aborî û siyasî.”

Çalakvana civakî û sivîl Soz Ebdulqadir bi rêya Skype beşdarî panelê bû. Soz got, bevlavûna Koronayê ewlehî û aştiya Başûrê Kurdistanê û tevahî herêmê tehdîd kir, her wiha bandor li herêmên din kir û got: “Ya girîng bandorên raste raste ên li ser civaka mirovahiyê ye, di asta wê ya global, navdewletî û bandorên wê yên li ser jinê.”

Soz her wiha anî ziman ku xwezaya dewletên capitalist di dema çareserkirina pirsgirêkan de daxwaziya wan a yekem ku didin, jin ji kar werin derxistin û ji mafên wan bê par werin hiştin.

Têkildarî mijra duyemîn a panelê ya derbarê tundî û qirkirin li gel dagirkeriya Tirk de, Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî û endama Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Etiya Yûsif got: “Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet di rewşeke dijwar de ye, bi taybet ji ber kiryarên dewleta Tirk û komên girêdayî wê. Dewleta Tirk gelek herêmên kurdan dagir kirin bêyî qanûnên navdewletî û pîvanên mirovî di ber çavan re bibîne. Demografiya herêmê guhertin, niştecihên resen koçber kirin, zarok bi çek kirin, çekên qedexekirî bi kar tînin. Jin revandin û tecawiz kirin û bi cenazeyên şehîdan lîstin.”

Rêvebera Navenda Mafên Jinan – Ewropa, Mîdya Polat jî got: “Dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ji dagirkirina Efrînê ve heta Serêkaniyê û Girê Spê kiryarên koçberkirin, qetilkirin û girtina jin û zarokan berdewam dike, şehîdxistina têkoşer Hevîn Xelef mînake herî nêzî ya vê yekê ye.”

Mijara sêyemîn a bi navê nêrîn û çareseriyên li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk ji aliyê endama Rêveber a Kongreya Star Dalya Hena ve hate şîrovekirin. Daliya got: “Li hember binpêkirinên dagirkeran ên li ser jinan divê jin rêgeza parastina xweser xurt bikin, çanda xwexaya jinê nas bikin û xwe ji bendên zihniyeta modernîteya kapîtalîsmê û amûrê wê rizgar bikin.”

Daliya îşaret bi vê yekê kir ku dema ferzkirina qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa Koronayê pirsgirêkên civakî, veqetandina jin û mêr, xwekuştin, tundî û qetilkirin zêde bûne û got, ji bo rê li ber van werin girtin divê jin bi rêya semîner, panel, serdana malan werin hişyarkirin û zanekirin.

Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê bidawîkirina tundiya li ser jinan anîn ziman.

Panel bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma encamname xwend.

Di encamnameyê de hate gotin ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe Cebhet El-Nusra, DAIŞ û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê mudaxeleya Sûriyê kir, herêmên wekî Bab, Cerablus û Ezaz dagir kirin. Her wiha hate diyarkirin ku dema hewldanên wê yên dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser têk çûn, raste rast êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girî Spî kirin, gelel sûc kirin jin û zarokan qetil kirin.

Hate destnîşankirin ku ev sûcê hîna berdewam in, li pêşberî çavê cîhanê têne kirin bêyî ku dengê xwe bike.

Di encamnameyê de, bi navê rêxistinên jinan, sivîl û hiqûqî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk, tundiya li ser jinan, bêdengiya civaka navdewletî û durûtiya biryarên Konseya Ewelekariyê ya ku jiyana bi milyonan sûrî dixe xeteriyê hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên jinan, hiqûqî û dewletên eleqdarî rewşa Sûriyê hate kirin ku hemberî binpêkirinên ku li dijî jinan têne kirin erka xwe ya exlaqî pêk bînin.

Back to top button